Meclisa Leşkerî ya Til Temirê rê li ber şerekî muhteml girt

Dewriyeyeke hêzên Amerîkayê şevê din dema ku diçû Qamişlo ji aliyê hêzên hikumeta Sûriyê ve hate astengkirin. Meclisa Leşkerî ya Til Temir mudaxele kir û nehişt ku şer derkeve.

Dewriyeyeke hêzên Amerîkayê duh saet 20:00'an ji Hesekê ber bi Qamişloyê ve derket. Dewriyeye li navçeya Til Temirê ji aliyê hêzên hikumeta Sûriyê ve hate sekinandin. Hêzên hikumetê nehişt ku dewriyeye rêya xwe temam bike û gule lê reşandin, her wiha mayin li ser rêya giştî bi cih kirin.

Di navbera hedu aliyan de nakokî derket. Li ser daxwaza hêzên Amerîkayê Meclisa Leşkerî ya Til Temirê mudaxele kir û rê li ber şerekî muhtemel di navbera hêzên Amerîkayî û yên rejîma Sûriyê de girt.

Meclisê bi nunerên herdu aliyan re civiya. Li ser vê aramî vegeriya.

ANHA


Mijarên Din