Meclisa Malbatên Şehîdan 2 navendên xwe vekirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê li ser daxwaza malbatên şehîdan 2 navendên xwe li navçeyên Qine û Şêranê vekirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê li ser daxwza malbatên şehîdan bi merasîmekê navendeke xwe duh li navçeya Şêranê ya li rojhilatê Kobanê û îro jî navendeke xwe li navçeya Qineyê ku li rojavayê bajarê Kobanê dikeve, vekirin.

Merasîma vekirina navendan bi deqeyeke rizgirtinê dest pê kir, paşê li navçeya Qineyê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Arif Balî vekirina navendê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got: Bi rêya avakirina van navendan xewn û xeyalên şehîdan pêk tên. Ji bo xizmeta gelê xwe her dem em amade ne."

Li merasîma navçeya Şêranê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê Silêman Silêman vekirina navendê li beşdaran pîroz kir û got: "Avakirina mecliseke wiha bi saya xwîna şehîdan e. Van şehîdan ji bo parastina gel û welatê xwe di rêya şehadetê de meşiyan. Armanca me ji vekirina vê navendê ew e ku xizmeta malbatên şehîdan bikin."

Her wiha li merasîma vekirinê ya navçeya Şêranê ji rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a navçeya Şêranê Salih Nûh axivî û wiha got: "Dayikên şehîdan zarokên xwe feda kirin, wan şehîdan tiştê herî giranbiha dan ji bo ku em vê rojê bibînin. Em li ser rêya şehîdan in."

Di dawiya merasîman de deriyê her du navendan li ser destê dayikên şehîdan hatin vekirin.

(şm-hk)

ANHA


Mijarên Din