Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê cenazeyê şehîd Ehmed Hebşan oxir kir

Îro Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê cenazeyê şehîd Ehmed Hebşan ê Hêzên Xweparastinê li Goristana Şehîd Xedir Hemade ya li navçeya Ebû Xeşeb a rojhilatê Dêrazorê spart axê.

Ji ber tedbîrên xweparastina ji Koronavîrûsê, di merasîmê de tenê malbata şehîd, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û hejmarek ji hevrêyên şehîd amade bûn. Şaneya Aloziyê ya ji bo tedbîrên li  dijî Koronayê hatiye avakirin, biryara qedexeya kombûna şêniyan dabû.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê Beşîr Xalid axivî û sersaxî ji malbata şehîd û hevrêyên wî re xwest. Xalid destnîşan kir ku bi hezaran ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di oxira parastina gel û rizgarkirina xaka xwe de canê xwe feda kirin.

Xalid got: “Em soz didin şehîdan ku rêça wan heta pêkanîna tevahî hedefên ku ji bo şehîd bûbûn, bişopînin.”

Wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Di dawiya merasîmê de hevrêyên şehîd cenaze tevî tilîliyên dayikan û silavkirina şehîdan spartin axê.

(fr)

ANHA


Mijarên Din