​​​​​​​Meclisa Malbatên Şehîdan a Firatê civîna xwe ya salane li dar xist

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan şaxê herêma Firatê di civîna salane de îşaret bi karekî baştir kir ku bikeve xizmeta malbatên şehîdan û soza şopandina rêya şehîdan û parastina destkeftiyên ku bi saya berdêlên ku dane hatine bidestxistin da.

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê civîna salane li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya li Kobanê li dar xist. Bi dehan şênî, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan ên şaxê herêma Firatê  beşdarî civînê bûn.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşê Efendî rewşa siyasî nirxand û îşaret bi aloziyên ku herêma Rojhilata Navîn bi giştî û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet tê re derbas dibe kir. Eyşê got ku her çi qasî DAIŞ`ê ji herêmê hatine derxistin jî lê hîn jî xeteriya wan heye û dewleta Tirk û çeteyên wê hewldana dagirkirina herêmê dike.

Piştre Hevseroka Akademiyê Emgîhan Cûdî ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Herîma Firatî, Ronahî Heco bi zimanê kurdî û Hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Şehîdan a herêma Firatê Hesen Mihemed bi zimanê erebî rapora salane ya meclisê xwend.

Piştî xwendina roporê bi dawî bû, beşdaran nêrnînên xwe der barê kar û xebata par dan û ji bo plansaziyên îsala nû pêşniyarên xwe anîn ziman, her wiha awayê tevgerkirina kar û têkildarî kêm û kurtiyan rexen û rexnedayîna xwe dan.

Beşdaran soza xebatekî serkeftî da ku bikeve xizmeta malbatên şehîdan ên li herêmê û soza şopandina rêya şehîdan û parastina destkeftiyên wan da.

Civîna salane bi daxuyaniyekî devkî ji aliyê Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan şaxê herêma Firatê Arif Balî ve bi dawî bû. Arif anî ziman ku girîngtirîn encam û biryarên ku civîn gihaştiyê ew e ku meclis di sala nû de dest bi komkirina îmzeyên şêniyên ên şermezarkirina êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakurê Sûriyê, têkoşîna ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî, her wiha dem dema azadî û têkoşîna li dijî faşîzmê ye, ne dema parvekirina desthilata di navbera partiyên siyasî ye, li gel vê bang li ENKS`ê kir ku vê derfetê keybaz bike da ku tev li rêya berxwedanê bibin.

(eh)

ANHA

 


Mijarên Din