​​​​​​​Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê serdana malbatên şehîdan kir

Bi nêzîkbûna Cejna Remazanê re Nivîsgeha Malbatên Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Meclisa Malbatên Şehîdan, serdana malbatên şehîdan kirin.

Nivîsgeha Malbatên Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Meclisa Malbatên Şehîdan bi boneya nêzîkbûna Cejna Remezanê re îro serdana malbatên şehîdan ên li bajêr û gundewar kirin û şêranî dan wan.

Şandeya nivîsgehê di serdanê de destnîşan kirin ku ew ê pêşkêşkirina tevahiya cureyên destekê ji wan re berdewam bikin û dê şopdarên rêya şehîdan bin.

 (şx)

ANHA


Mijarên Din