Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê konferansa xwe li dar xist

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Tebqayê konferansa xwe ya duyemîn li dar xist.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê, bi diruşmeya "Şehîd pêşengên leheng in..di oxira pêkanîna siberojeke ronî, edalet û wekheviyê de ji bo gelê weletê xwe berdelêln giran dane",  konferansa xwe ya duyemîn li dar xist.

200 kesayet ji malbatên şehîdan,  hêzên leşkerî, ewlehî, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, meclisên malbatên şehîdan ên Kobanê, Reqa, Dêrazorê û Cizîrê, nûnerên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Partiya Pêşerojê ya Sûriyê beşdarî konferansê bûn.

Konferans li hola civînan a navenda çand û hunerê li dar ket. Hol bi wêneyên şehîdan û pankartên wekî "Şehîd mişeleya ku rêya azadî û berxwedanê ronî dikin e" hatibû xemilandin.

Konferans bi hilbijartina endamên dawînê û deqeyeke rêzgirtin dest pê kir.

Axaftina destpêkê ya konferansê ji aliyê cîgira hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîna Osê ve hate kirin. Emîna Osê lidarxistina konferansê li malbatên şehîdan pîroz kir û got: "Em lidarxistina konferansê li malbatên şehîdan pîroz dikin ên ku zarokên xwe dane da ku bibin hingeha xurt a projeya Rêveberiya Xweser. Rêveberiya Xweser a bi saya keda şehîdan hatiye avakirin li hemberî hemû hewldanên têkbirinê yên aliyên dijberî demokrasiyê li ber xwe da."

Emîna destnîşan kir ku rexmî berxwedana efsanewî ya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û teroa DAIŞ'ê lê hîna li hemberî keda ku ji bo azadiyê hatiye danîn çav kor û guh ker mane û got: "Em dibînin ku li hemberî sûc û binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên yên li dijî şêniyên herêmê helwestên xurt nînin."

Hevseroka Meclisa Rêveber a Tebqayê Hind El-Elî diyar kir ku serkeftinên ku hatine bidestxistin berhemên keda şehîdan e.

Bi navê Meclisa Leşkerî ya Tebqayê, hevserokê Komîteya Parastinê Mihemed Elî Xalid, bi navê Mala Birîndaran a QSD'ê Emced El-Hesen, bi navê Rêveberiya Jinan a Tebqayê endama rêveber Fatima Behbûh û bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê endamê rêveber Heykel Mensura axivîn.

Kesên axivîn, konferans li malbatên şehîdan pîroz kirin û soza parastina destkefiyên şehîdan û şopandina xeta wan da.

Piştre peyamên pîrozbahiyê konferansê hatin xwendin ku saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî wekî Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk û Partiya Yekitiya Demkiratin şandibûn.

Endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Têkoşîn Mihemed nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên derbarê şehîd û şehadetê de xwendin. Her wiha rapora rêxistinî û xebatê ya du salan a Meclisa Malbatên Şehîdan, rêzikname û pêşniyarên derbarê pêşxistina xebatê meclisê hatin xwendin.

Di dawiya konferansê de 13 endam (7 jin û 6 mêr) ji bo rêvebirina Meclisa Malbatên Şehîdan hatin hilbijartin. Endamên hatin hilbijartin sûnd xwarin û soza şopandina xeta şehîdan dan.

ANHA


Mijarên Din