Meclisa Malbatên Şehîdan banga hesabxwestina ji AKP`ê kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bang li rêxistinên mafên mirovan û civaka sivîl kir ku hesabê binpêkirinên artêşa Tirk a dagriker ji pîroziyên gelên Kurd re û topbarana goristana şehîdan bixwazin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê li Goristana Şehîdên Berxwedana Şêxmeqsûdê û Eşrefiyê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê endamê meclisê Nîdal Hec Hisên ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Di demeke wiha de ku cîhan tev de bi afata vîrusa koronayê ve mijûl e, faşîzma Tirk bi serkêşiya AKP`ê hovanetirîn kiryaran li dijî mirovahiyê, xwezayê, înkara mafên gelan û hêviyên gelan pêk tîne. Artêşa Tirk beriya niha li Bakurê Kurdistanê gelek goristan topbaran kirin.

Di dîrokê me qet siyaseteke wiha nedîtiye, rejîma faşîst heta bi goristanan jî topbaran dike. Berî niha li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Efrînê heman kiryar da meşandin û îro jî li dijî vîna gelên me heman kiryaran dide meşandin. Dewleta Tirk ji beriya sedan salan ve zêdetir binpêkirinan li dijî gelên me pêk tîne. Ev sedsal sedsalên serhildanên gelên Kurd e, nexasim li Rojava ku gelê Kurd mil bi mil li kêleka hemû pêkhateyan civakeke siyasî û civakî ava kir.

Em wek Meclisa Malbatên Şehdîan bang li hemû rêxistinên mafên mirovan, civaka sivîl, demokrat, aştîhezên li cîhanê dikin ku destwerdana kiryarên dermirovî yên li dijî pîroziyên me bikin. Em bi hêvî ne di vê qonaxê de ev rêxistin bi erka xwe ya exlaqî rabin û siyasetên AKP`ê yên li dijî vîna gelên me yên kurdistanî aşkera bikin.

Binpêkirinên artêşa Tirk asta têkoşîna me, şopandina rêya şehîdan û rêber Abdullah Ocalan her wiha piştgiriya însiyatîfa neteweyî ya fermandarê QSD`ê ya têkildarî yekitiya kurdî hîn zêdetir xurtir dibe. Ji ber vê yekê em bang li hemû gelên kurdistanî dikin ku nakokiyan deynin milekî û raya giştî bidin ber çavên xwe."

Daxuyanî bi sloganên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(eh)

ANHA


Mijarên Din