Meclisa Malbatên Şehîdan banga sekna li hember komployan kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê sersaxî ji Rêvberiya Xweser û gelê herêmê re xwest, ji ber şehîdxistina hevserokên Nivîsgeha Edaletê; Zeyneb Mihemed û Yilmez Şero. Her wiha bang li gelê herêmê û hêzên wê ya nîştimanî kir ku li hember komployên li dijî destkeftiyên Rêveberiya Xweser û dîroka gelê wê, bisekinin.

Meclisa Malbatên Şehîdan daxuyaniyek da û tê de hedefgirtina erebeyekê li çerxerêya Til Ceman ê Girkê Legê ji aliyê balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk ve şermezar ki ku di encama wê de hevserokên Nivîsgeha Edaletê; Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero şehîd bûne.

Di daxuyaniyê de sersaxî ji gel, malbatên her du şehîdan û Rêvberiya Xweser a Herêma Cizîre ji hat xwestin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Di vê qonaxa hesas de ku em tê re derbas dibin, divê gel û hêzên nîştimanî li hember komployên ku dijmin hewl dide bi rêya wê hebûn, ziman, çand û şaristaniyan me tune bike û destkeftiyên Rêvberiya Xweser derbe bike, bisekinin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku weke çawa gelê herêmê di destpêka şoreşê de komên terorîst û piştgerên wan têk birin dê planên Erdogan jî têk bibin. Her wiha hat diyarkirin ku Erdogan li pêş vîna gel û berxwedana wan a dîrokî têk çûye.

Meclisa Malbatên Şehîdan di dawiya daxuyaniya xwe de soz da gel û şehîdan ku rêya wan bişopînin heta ku biserkevin, dijmin têk bibin û welatekî azad û demokrat ava bikin.

(dm)

ANHA


Mijarên Din