Meclisa Malbatên Şehîdan û gaziyên şer: Em li pişta QSD`ê ne

Meclisa Malbatên Şehîdan û gaziyên şer bêdengiya navneteweyî li beramberî êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û piştgiriya xwe bi QSD`ê re piştrast kir.

Meclisa Malbatên Şehîdan û gaziyên şer ên Herêma Firatê, Minbic û Reqa daxuyaniyek bi beşdarbûna sedan malbatên şehîdan û gaziyên şer li Goristana Şehîd Dicle li bajarê Kobanê, da.

Di daxuyaniyê de gaziyên şer û Meclisa Malbatên Şehîdan nerazîbûna xwe ji êrişên dewleta Tirk a dagirker re li ser herêmê nîşan da û bêdengiya navneteweyî şermezar kirin.

Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê Ronahî Ehmed ve, bi zimanê Kurdî ji aliyê Munzur Xelîl û bi zimanê Inglîzî ji aliyê Niştîman Hecî Murad ve hate xwendin.

"Em wek Meclisa Malbatên Şehîdan û gaziyên şer bêdengiya navneteweyî û acibûna rawestandina rejîma Tirkiyê di sûcên wê de şermezar dikin, Tirkiyê bi kaxiza koçberan û terora cîhanê şantaj dike. Em piştgiriya xwe ji QSD`ê re di Berxwedana Rûmetê de ku êrişên Tirkiyê têk dibin nîşan didin, berxwedan û lehengiya keç û xortên me di Berxwedana Rûmetê de pêk anîn ji bo parastina vê herêmê û parastina jiyana hevbeş di nav hemû pêkhateyan de bû.  Ev jî wîsama rûmetê û bi serbilindî bi sîngê xwe ve datînin."

Em bang li civaka navneteweyî û di serî de Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA)û Rûsya dikin ku zextê li rejîma Tirkiyê bikin û nebin temaşevanên sûcên ku li ser gelê me û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên. Divê çeteyên Tirkiyê ji herêmên Sûriyê yên dagir kirine ji Efrînê û heta Girê Spî û Serêkaniyê vekişin. Her wiha em daxwazê ji rêxistinên civaka navneteweyî dikin ku destwerdana lezgîn bikin û alîkariya koçberan bikin.

)jo(

ANHA


Mijarên Din