Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo Ocalan bang li CPT‘ê kir

Têkildarî şewata li girava Îmraliyê ya ku Rêber Abdullah Ocalan lê girtî ye, Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê bang li Kompîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) kir bi lez destwerdanê bike da ku agahî der barê rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din were girtin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê têkildarî şewata ku duh li girava Îmraliyê derketî ya ku Rêber Abdullah Ocalan lê girtî ye daxuyaniyek nivisîk weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku şewata li girava Îmraliyê derket di vê pêvajiya hestiyar de beşek ji komloyên qirêj ên li dijî îradeya gelê bindest e têne plankirin, di heman demê de hewldanek plankirî ji bo qirina gelê Kurd û tevahî gelên herêmê ye, ev komplo li dijî hemû pîvan û qanûnên navdewletî ne.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê diyar kir ku dewleta Tirk û rejîmên cîhanê ji bûyerên ku li girava Îmraliyê rû didin û ji tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan û hevalên wî berpirsiyar  in û bang li hêzên mezin, rêxistinên hiqûqî, Neteweyên Yekbûyî û Kompîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) kir ku bi lez destwerdanê bike da ku agahî li ser rewşa tenduristiyê Rêber Abdullah Ocalan û hevalên wê yên di girtîgeha Îmraliyê de bê girtin.

Malbatên şehîdan di daxuyaniyê de gotin: "Em ê ranewestin heta agahiyekê li ser rewşa tenduristî ya rêbertî negirtin. Em ê asta têkoşînê bilinid bikin, em bi jiyana bêyî Rêber Abdulalh Ocalan razî nabin û ji bo azadiya rêbertî em fedayî ne.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: "Wekî hûn dizanin Rêber Abdullah Ocalan nûnertiya vîna gelê azadîxwaz dike, ji ber vê yekê hikûmeta AKP‘ê ya bi serkêşiya Erdogan ev çend salin tecrîdek giran li ser wî ferz kiriye û rê nade ku malbat û parêzer hevdîtinê bi muwekîlê xwe re pêk bînin. AKP‘ê bi vê yekê dixwaze gel ji ramanê rêbertî dûr bixîne û projeya netewa demokratîk a ku rêber û ronakbîr Abdullah Ocalan ji bo gelan û tevahî mirovahiyê xêz kiriye têk bibe.

Bila tevahî cîhan nas bike ku tu hêz li ser erdê nikare giyanê ku rêbertî ji bo gelê Kurd, bi taybet ji bo malbatên şehîdan çandiye bikuje. Em baş dizanin ku hêzên desthilatdar dikarin benda me parçe bike lê nikare dest bavêje dilê me yê lêdide û ramanê azad ê ku di kesayeta fîlozof Abdullah Ocalan de diyar dibe."

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê got: "Her çiqasî tecîrda li ser rêbertî giran bikin nikarin me ji fikir û felsefeya wî ya di mejiyê me de hatiye sepandin, dûr bixe. Ji ber ku ramanê rêbertî parçeyek ji bedena me ye û em ji bo azadiyê wî di nava têkoşînê de bin."

ANHA


Mijarên Din