Meclisa Malbatên Şehîdan: Tu deng li hember qîrîna zarokên Şengalê bilind nabe

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê bi daxuyaniyekê sûcên ku çeteyên DAIŞ’ê li dijî civaka êzidî ya Şengalê pêk anîne, şermezar kirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê bi boneya salvegera 6’an a komkujiya Şengalê ya bi destê DAIŞ’ê, daxuyaniyek weşand û diyar kir ku sûcên li dijî êzidiyan hê jî pêk tên.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Di encamêa komkujiya li dijî gelê êzidî de bi hezaran keç û xortên vî gelî bûn qurbanî, bi hezaran jin hatin revandin û li sûkan hatin firotin. Hikumetan çav li ser girtin û guh nedan qêrînên dayikan. Hêzên ku li wir hebûn îxanet li gel kir û bêyî tu agahiyan jê vekişîn. Sûc li pêş çavên cîhanê pêk tên, mirovahî tê qirkirin. Tu deng ji bilî dengê zarokên Şengalê bilind nabe, ew bang li rêxistinên mafên mirovan û hêzên navneteweyî dikin destwerdanê bikin û van komkujiyan rawestînin.

Piştî hêzên pêşmergeyan tevî çekên xwe ji Şengalê ber bi Zaxo û Dihokê ve vekişiyan, YPJ û YPG’ê ji Rojava û HPG’ê ji çiyayên Qendîlê berê xwe da parastina şengaliyan.

Hemleyên dewleta Tirk hê jî li dijî gelê Kurd li Heftanîn, Cûdî, Amed  û Mexmûrê hene, ew jî berdewama komkujiyên li Şengal, Efrîn, Kobanê, Girê Spî û Serêkaniyê ye.

Dewleta Tirk fikra ku di gorê de mirovek Kurd hebe jî qebûl nake. Ev yek di dema balafirên dewleta Tirk goristanên şehîdan ên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê bombebaran kirin, eşkere bû.”

Meclisê bang li tevahî gelê Kurd ê li her çar parçeyên Kurdistanê kir ku yekitiyê ji bo parastina nasname û rawestandina xwînrijandinê de ava bikin, ji ber hedef qirkirina gelê Kurd e.

Çeteyên DAIŞ’ê êrişî herêma Şengalê ya li Başûrê Kurdistanê kir, di encamê de li dijî civaka êzidî di 3’yê Tebaxa 2014’an de komkujî pêk anî, nêzî 5 hezar êzidiyên Şengalê, di nav de revandî û kuştî, hê jî çarenûsa wan ne diyar e, piraniyan wan jî jin û zarok in.

(fr)

ANHA


Mijarên Din