Meclisa Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya bajarokê Mensûra hat hilbijartin

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya şaxê Tebqayê kongreya avakirina meclisa partiyê ya bajarokê Mensûra yê rojhilatê bajêr lidar xist.

Kongrê bi dirûşma "Sûriyeya demokratîk, ne navendî, bicihkirina Rêveberiya Xweser û xurtkirina Hêzên Sûriya Demokratîk" li Akademiya Şehîd Elî Milhem li dar ket. Hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz a herêma Tebqayê Rewşen Hemê û Hamid El-Ferec, hevserokê Meclisa Rêveber a Tebqayê Şiyar Mihemed, endamên Meclisa Lihevanînê ya Êlan û nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê tev li kongeyê bûn.

Kongrê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre endamê rêveber ê Buroya Birêxistinkirina Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Tebqayê Ehmed El-Xelef bi xêrhatina beşdaran kir û soza şopandina rêya şehîdan heya pêkanîn armancên wan da.

Paşê endama Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Tebqayê Şeza Mihemed perspektîvên Meclisa Giştî ya Partiyê xwendin.

Ji aliyê xwe ve serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Tebqayê Musna Ebdulkerîm rewşa siyasî ya herêmê bi giştî û rewşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet şîrove kir.

Di dawiya kongreyê de Ehmed El-Xelef wek serokê meclisa bajarokê Mensûre hate hilbijartin. Her wiha Tîba Hiwêdî wek cîgira serokê meclisê û 13 kes wek endamên meclisê hatin hilbijartin.

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê wê di rojên pêşîn de kongreyek li bajarokê El-Cirniyê li bakur rojavayê Tebqayê û kongreyek li bajarê Tebqayê ji bo hilbijartina meclisan lidar bixe.

(şx)

ANHA


Mijarên Din