​​​​​​​Meclisa Qanûsaz a Dêrazorê û rûspî ji bo xêzkirina sînorê rêveberiyê civiyan

Meclisa Qanûnsaz a Dêrazorê bi şêx û rûspiyên eşîrên herêmên rojava û rojhilat û navîn re civiya da ku xêzkirina sînorê rêveberiyê yê herêmê nîqaş bikin.

Meclisa Qanûnsaz a Dêrazorê civînek li herêma navîn a navçeya Siwer re li dar xist. Şêx û rûspiyên û eşîrên herêmê û saziyên sivîl beşdarî civînê bûn. Civîn bi armanca xêzkirina sînorê rêveberiya her herêmek Dêrazorê hate lidarxistin da ku rêveberiya radestî niştecihên wê bikin ku li gorî qanûn û sîstema Rêveberiya Xweser xwe bi rêve bibin.

Di civînê de nêrîn hatin girtin û ji aliyê Komîteya Meclisa Qanûnsaz ve hatin qeydkirin û li ser maseya lêkolînê hate dayîn.

Rûspiyê eşîra Egîdat Mihemed El-Salim anî ziman ku rûpîvana herêma Dêrazorê fireh e ev yek ji welatiyan re zehemt dibe dema ku karê xwe di nava saziyên fermî de dimeşînin, ji ber ku dûrî wan in. Mihemed El-Sakin got, divê herêm dabeşî xetan were kirin, yek xeta rojava aliyê Kesra, xeta duyem aliyê Besîra, Baxoz û Hecîn, xeta sêyemîn herêma navîn "Siwer"

Rûsiyê eşîra Begara, Mihemed Cebara ji aliyê xwe de got: "Em bi Rêveberiya Xweser re ne, em destekê didin projeyên wê yên di hemû qadên Dêrazorê de. Xêzkirina sînorê rêveberiyê ji herêmên Dêrazorê dê zehmetiyên welatiyan di nava saziyan de bi dawî bike ji ber rûbera herêmê fireh e, di aliyê rêveberiyê de zehmetî têne dikişandin."

Endamê Desteya Serokatî ya Meclisa Qanûnsaz Qazî Ebdulrehman got, komîte hatin avakirin, herêm hatin dabeşkirin da ku bi şênî, şêx, rûspî û endamên saziyên xetên rojava, rojhilat û navîn ên Dêrazorê re were nîqaşkirin, nêrînên wan werin girtin û li ser maseya komîteya meclisa qanûnsaz were lêkolînkirin.

Ebdulrehman destnîşan kir ku pêvajoya bê ya "Avakirin û pêşxistinê ye" rêveberiya van herêman dê ji aliyê rewşenbîr û xwediyên bawernameyên bilind ve werin birêvebirin, bêyî rola her endamekê di rêveçûna avakirina civakeke saxlem û durist de were paşxistin.

Her wiha Ebdulrehman anî ziman ku di nava mehekê de dabeşkirina herêman û nûnerên wê werin ragihandin.

Serokê Meclisa Herîcî yê Dêrazorê Mihemed El-Dehiş girîngiya xêzkirina sînorê rêveberiyê yên herêmên Dêrazorê destnîşan kir û got, endamên saziyên wê di ji aliyê rûspî, şêx û endamên saziyan ve werin hilbijartin.

Di dawiya civînê de beşdaran li ser parastina yekitiya xaka Sûriyê, redkirina projeyên bi armanca têkbirina ewlehiya herêmê teqez kirin.

ANHA


Mijarên Din