Meclisa Rûspiyan: Ocalan nûnertiya gelên azad dike û divê rewşa tenduristiya wî bê piştrastkirin

Meclisa Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku rêber Ocalan nûnertiya vîna gelên azad dike û her wiha bang li desthilatdarên dewleta Tirk kir ku bihêlin parêzerên rêber Ocalan serdana wî bikin û rewşa wî ya tenduristiyê piştrast bikin.

Duh li daristana girava Îmraliyê ku rêber Abdullah Ocalan lê dîlgirtî ye, şewat çêbû, bi wê re yekser şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê herikîn qadan û xwepêşandan li dar xistin, li bajarê Qamişlo xwepêşandan li pêş navenda NY’yê li dar ket. Şêniyan piştrast kir ku dê çalakiyên konvedanê heta nasîna agahiyên piştrast der barê tenduristiya rêber Ocalan de bidomin.

Di xwepêşandanê de endamê Meclisa Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku yek ji rûspiyên eşîra Cewale Abdulreşîd El-Hemîd axivî û diyar kir ku desthilata Tirkiyê bi zanebûn agir bi girava Îmraliyê xist ku tê de rêber Abdullah Ocalan heye. El-Hemîd bang li rêxistina mafên mirovan, civaka navneteweyî û NY’yê kir û wiha got: "Em banga parastina tenduristiya rêber Ocalan dikin ku nûnertiya vîn û azadiya gelan dike."

El-Hemîd destnîşan kir ku rêber Ocalan ji salan ve hewl dide gelên bindest mafên xwe yên rawa bistînin û wiha domand: "Ocalan ji zêdetirî 20 salan ve di girtîgehê ji bo gelên herêmê tê dikoşe."

El-Hemîd bi navê Meclisa Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li desthilatên Tirkiyê kir ku divê rewşa rêber Ocalan yekser bê eşkerekirin û wiha axivî: "Bang li desthilatên Tirkiyê dikin ku bihêlin parêzerên serdana rêber Ocalan bikin da ku rewşa wî ya tenduristiyê mîsoger bikin."

Li dawiyê El-Hemîd anî ziman ku rêber Ocalan nûnertiya vîna gelên azad dike ku banga yekitî, azadî, demokrasî û aştiyê dikin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din