Meclisa Rêveber a Efrînê cejna gelê Efrînê pîroz kir

Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê cejna Remezanê Ii malbatên şehîdan û şêniyên Efrînê pîroz kir.

Meclisa Rêveber a herêma Efrînê bi boneya cejna Remezanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Gelê Efrînê yê koçber bi xwişk û birayên xwe yên şêniyên herêmê û koçberên li Şehbayê re ji meha Remezanê û mîrateyên şehîdan sebr, baweriya serkeftinê û hevgirtinê digirin.

Ji meha rojiyê; hêz, sebir, bawerî, hezkirina derdorê, têkbirina neheqiyê hîn dibin. Her wiha ji mîrateyên şehîdan jî israr, fedaîtî û têkoşîna heta qezenckirina serkeftinê, hîn dibin.

Li Sûriyê tevî bergiriyên li dijî Koronavîrusê alozî berdewam e. Li gel vê yekê cezayên li dijî aboriyê, daketina lîreyê Sûriyê, çareseriya siyasî ku domdar Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê israra wê dike û muhtemel e hîn zêdetir ceza werin birîn, dibin sedema dirêjkirina krîzê.

Di dawiyê de em cejna cîhana îslamê û tevahiya cîhanê, malbatên şehîdan û şêniyên koçber ên li herêmên Şehbayê pîroz dikin û hêviya avakirina Sûriyeke demokratîk û nenavendî dikin."

(eh)

ANHA


Mijarên Din