Meclisa Rêveber bêdengiya li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk şermezar kir

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê bêdengiya navdewletî ya li hemberî binpêkirinên dewleta Tirka  dagirker û çeteyên wê şermezar kir û bang li civaka navdewletî kir ku helwesteke cidî nîşan bide û dagirkeran ji herêmê derxînin.

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê ji bo salvager duyemîn a dagirkirina kantona Efrînê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hatin got: "18‘ê Adarê salvegera duyemîn a dagirkirina Tirkiyê û çeteyên wê li Efrînê ye ku di çarçoveya pêngava nava "Şaxê Zeytûnê" de pêk hat.

Dewleta Tirk bi hezaran leşkerên xwe û komên terorîst ên girêdayî xwe tevî hemû cûre çetk û teknelojiya pêşket kom kir û di 20‘ê Çilya 2018‘an bi hemû hêz û hovîtiya xwe dest bi êrişan kir.

 Şêniyên Efrînê li kêleka şervanên YPG û YPJ‘ê 58 rojan berxwedanek bêhempa raber kirin û vê berxwedanê efsanên qehremaniyê xêz kirin ku mîna wî nehatiye nivisandin.

Efrîn bajarê Zeytûnê derdora 500 hezar koçberên ji hundirê Sûriyê yên ku ji ber şer reviyan pêşwazî kir û ji wan re bû spartgeha ewle di bin sîwanê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de.

Dagirkirina Efrînê qutkirina beşek ji erdîngariya Sûriyê û jihevxistina tevna civaka Sûriyê ye.

Îro û piştî du salan li ser dagirkirina Efrînê hêzên dagirker û komên çete yên girêdayî wê rojane binpêkirinên hovane li dijî gelê me yê Efrînê ji qetilkirin, revandin, talankirina şûnwaran, şewitandina xweza û darên zeytûnan didomînin.

Li hemberî van binpêkirinên ku ne li gorî pîvan û qanûnên navdewletî civaka navdewletî bêdeng e.

Gelê me yê Efrînê li herêmên Şehba û deverên din berxwedana xwe di nava kampan de didomînin, hêviya vegera li warê xwe qut nekir.

Em di Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê di vê munasebeta bi êş de hemû şehîdên Berxwedana Serdemê bi bîr tînin û gelê xwe yên berxwedêr ê Efrînê silav dikin.

Her wiha em bêdengiya navdewletî ya li hemberî binpêkirinên dewleta Tirka  dagirker û çeteyên wê yên li herêmên me şermezar dikin û bang li civaka navdewletî dikin ku li hemberî van binpêkirinan helwesteke cidî nîşan bide  û dagirkeran ji herêmê derxînin.

Careke din em soz didin ku em ê asta xebatê bilind bikin ta serkeftin û rizgarkirina herêmên dagirkirî û vegera ewle ya gelê me li warê xwe qezenc bikin."

ANHA


Mijarên Din