Meclisa Rêveber bi desteyan re civiya

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûryayê  civîna xwe ya asayî bi desteyên rêveberiyê li dar xistin. Di civînê de meclisê  daxwaz ji her deh desteyan  kir ku di nava kêm 10 rojan de rêziknameyên xwe amade bikin.

GIRÊ SPÎ

Di civîna ku li navenda desteyên Rêveberiya Xweser li navçeya Eyn Îsayê hatibû lidarxistin de Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyayê Ebd Hamid El- Mihbaş  û hevserokên deh desteyan amade bûn.

Di destpêka civînê de her desteyekê rapora xwe ya mehane xwendin û pêşniyar û planên xwe pêşkêş kirin.

Her wiha her destek der barê amadekirina rêziknameyan de û sedema ku desteyan heya niha amade nekirin diyar kirn.

Desteya Rêveber xwest ku hemû deste di nava 10 rojan de rêziknameya xwe amade bikin.

Di dawiya civînê de 26‘ê mehê civîna mehane ji bo nirxandina karê desteyan hat diyarkirin.

ANHA


Mijarên Din