Meclisa Rêveber biryarên girîng girtin

Melclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di civîna xwe ya asayî de ya bi rêveberiyên xweser û yên sivîl re gelek biryar girtin.

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya asayî bi hevserokên rêveberiyên xweser û meclisên sivîl ên herêmên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re li avahiya Rêveberiya Xweser a li navçeya Eyn Îsayê li dar xist.

Hevserokên Meclisa Rêveber Bêrîvan Xalid û Ebd Hamîd El-Mihbaş û cîgirên wan û hevserokên her heft rêveberiyên xweser û meclîsên sivîl di civînê de amade bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin rewşa siyasî, girêdayî serkeftinên QSD‘ê li dijî DAIŞ‘ê û bandora wê li herêmê û cîhanê û hilbijartinên li Tirkiyê û Bakurê  Kurdistanê hate nirxandin. Beşdaran gotin serkeftin û hilbijartin bandoreke neyinî li siyaseta Erdogan kir.

Paşê jî herheft rêveberî û meclîs raporên kar û xebatên xwe xwendin.

Di civînê de, mijara bilindbûna buhayê madeyan hate nîqaşkirin û biryar hate girtin ku di zûtirîn demê de baraz werin kontrolkirin û buha were diyarkirin.

Hevserokên Meclisa Rêveber biryar girtin ku ji bo projeyên xizmetguzarî li herêmên nû hatin wekî Sûsê, Şefa û Baxozê destek were dayîn. Her wiha ji bo rê girtina li ber nexweşiya laşmaniya li Şehbayê destek were dayîn.

 Desteya Rêveber ji hevserokan xwestin ku komîteyên sotemeniyê were avakirin û di zûtirîn demê de li şêniyan werin belavkirin.

ANHA


Mijarên Din