Meclisa Rêveber ji bo şehîdên şewata li Til Koçerê sersaxî xwest

Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê  ji malbatên şehîdên şewata duh a li Til Koçerê  re sersaxî xwest.

Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê têkildarî 7 kesên ku duh di vemirandina şewata li zeviyên navçeya Til Koçerê de şehîd bibûn, ku di nav de jinek û endamên hêzên leşkerî û ewlehî hebû, daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, pêkhateyên herêma Cizîrê ji bo parastina xak û hebûna xwe ji komployan, fitenyên komên terorîst û dijmênên vîna gelên herêmê tê dikoşin û wiha got: "Gelê me xeta berxwedanê û biratiya gelan hilbijart û bi yekrêzî di hemû qadên berxwedanê tê dikoşin. Ev nirx û rihê têkoşîna di parastina kedê û pariya jiyanê de ji kesên ku dixwazin dixilên xelkê talan bikin û şerekî aborî bikin diyar dibe. Nemaze piştî têkçûna wan a li hemberî berxwedana leheng a gelê me."

Meclisa Rêveber bi bîr xist ku di çarçoveya vê berxwedanê de û di şerê şewatên li herêma Cizîrê û gelemperiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hin şervanên hêzên leşkerî û sivîl şehîd bûn.

Meclisa Rêveber şehîdên şewatê bi bîr anîn û ji malbatên wan re sersaxî xwest û ji bîranan re hêviya şîfa lezgîn kir.

Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê di dawiya daxuyaniyê de bang li welatiyan kir ku di dema vemirandina agiran de hayedar bin û ji bo parastina aboriya herêmê hevgirtina xwe xurt bikin. Meclisa Rêveber got, ew ê têkoşîna xwe li hemberî hemû komployan dewam bike.

ANHA

 


Mijarên Din