Meclisa Şehbayê: Êrişa li ser Efrînê bi erêkirina Amerîka û Rûsyayê pêk hat

Meclisa Kantona Şehbayê berpirsiyariya dagirkirina Efrînê bi destê dewleta Tirk, li DYA û Rûsyayê girt û îşaret pê kir ku şêniyên Efrînê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker berxwedaneke bêhempa pêk anî.

Sibê salvegera duyemîn a dagirkirina dewleta Tirk a Efrînê piştî destpêkirina êrişa 20’ê Çileya 2018’an de ye. Der barê mijarê de Meclisa kantona Şehbayê daxuyaniyek weşand.

Bi dehan endamên Meclisa Şehbayê, endamên saziyên sivîl ên girêdayî kantonê li navçeya Fafînê kom bûn da ku beşdarî daxuyaniyê bibin. Her wiha beşdaran wêneyên şehîd û birîndarên Berxwedana Serdemê, komkujiya Til Rifetê û pankartên "Na ji Erdoganê kujer re" û “Erdoganê kujer tu ferqê naxe navbera astengdar û kalepîran" hildan.

Endamê Meclisa Şehba Mihemed Mamo bi zimanê erebî daxuyanî xwend. Daxuyanî wiha ye:

"2 sal di ser dagirkirina bajarê Efrînê bi deste dewleta Tirk re derbas bûn, bajarê ku bi deh hezaran sûrî ku ji ber şerê li Sûriyê koçberî wir bûbûn, hembêz kirin. Her wiha keç û xortên Efrînê yên bi nûnertiya YPJ û YPG’ê parastina Efrînê li dijî êrişên çeteyên bi piştgiriya dewleta Tirk, kirin.

Dewleta Tirk di roja yekemîn a êrişê de tevahî çekên pêşketî bi kar anîn. Her wiha bi 72 balafirên şer tevahî deverên Efrînê bombebaran kirin, bi deh hezaran çete û terorîstên ji DAIŞ û El-Nusra jî bi kar anîn. Ev êriş bi erêkirina Amerîka û Rûsyayê bi hedefa wêrankirin û hilweşandina tevahî destkeftiyên gelê Kurd pêk hat.

Ev şer 2 mehan dom kir, her wiha şêniyên vî bajarê biçûk parastina milk, xak û rûmeta xwe kir û destanên lehengiyê bi pêşengiya YPJ û YPG’ê di şexsê qehremanên mîna Avesta Xabûr, Barîn Kobanê, Karker û bi sedan lehengên dîtir de afirandin. Da ku komkujî li dijî sivîlan pêk neyên YPG ji bajêr vekişî. Bi wê re jî dewleta Tirk û çeteyên wê bajar dagir kir û hovanetirîn binpêkirin li dijî şêniyan pêk anî, her wiha zêdetirî 300 hezar şêniyên Efrînê koçberî herêmên Şehbayê bûn.

Li dijî gelê Efrînê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rêbazên herî hov ji îşkence, revandin û tecawîzkirinê pêk anîn û pêk tînin. Her wiha bi sedan şênî jî çarenûsa wan ne diyar e. Şûnwar hatin dizîn û bi hezaran darên zeytûnê jî hatin qutkirin.

Bi hedefa guhartina demografiya herêmê û bicihkirina bi hezaran ji koçberên Xûta û Idlibê dewleta Tirk û çeteyên wê şêniyên mayî jî neçarî koçberiyê dike. Her wiha siyaseta tirkkirinê ferz dike, ala Tirkiyê datîne li ser dibistanan, ev tevahî sûc li pêş çavên cîhanê pêk tên û bê deng in.

Bi navê Meclisa Kantona Şehbayê dagirkirina Tirkiyê ya Efrînê di salvegera wê ya duyemîn de şermezar dikin. Her wiha em bang li Rûsya û Amerîkayê dikin ku dagirkeriyê derxin. Li aliyekî din jî bang li rêxistin û saziyên navdewletî dikin ku di serî de jî NY’yê û rêxistinên mafên mirovan, xebatê ji bo rizgarkirina bakurê Sûriyê û vekirina deriyê diyalogê bi Rêveberiya Xweser re pêk bînin. Da ku bigihînin çareyeke siyasî ku garantiya tevahî mafên gelê me bike û welatekî demokrat ku tê de tevahî pêkhateyên gelê Sûriyê bi aşît jiyan bikin, ava bikin."

Daxuyanî bi dirûşmên silavkirina Berxwedana Serdemê û rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

(fr)

ANHA


Mijarên Din