Meclisa Şengalê 25 êzidiyên rizgarkirî wergirtin

Endamên Meclisa Şengalê 25 jin û zarokên ku ji aliyê QSD`ê ve hatin rizgarkirin, wergirtin. Paşê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê da ku wan radest bike, kesên rizgarkirî veguhastin ber dergehê Sêmalka.

Îro QSD`ê 25 zarok û jinên êzidî ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve, di 3`yê Tebaxa 2014`an de di êrîşa li ser Şengalê de hatibûn revandin û paşê ji aliyê şervanên QSD’ê ve hatibûn rizgarkirin, bi civîneke çapemeniyê radestî Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê kirin.

Piştî civîna çapemeniyê bi dawî bû, Mala Êzidiyan kesên ku hatine rizgarkirin, li ber sînorê di navbera başûrê Kurdistanê û Rojava de, radestî Meclisa Şengalê kirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din