​​​​​​​Meclisa Şengalê: Xelkên Şengalê vedigerin warê xwe û axa xwe diparêzin

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê diyar kir ku malbatên êzidî hîn jî vedigerin Şengalê û got: “Em bang li xelkên Şengalê dikir ku li xaka xwe vegerin, xwe bi parêzin.”

Çeteyên DAIŞ`ê sala 2014`an êrişî herêma Şengalê kirin û li ser gelê Kurd ê Êzidî komkujiyek pêk anîn. Li gel vê yekê bi hezaran jin û zarok revandin, bi hezaran koçberî kampên başûrê Kurdistanê, Rojava û bakurê Kurdistanê bûn.

Piştî rewşa herêma Şengalê aram bû, Meclisa Rêveberiya Xweser bi rêya komîteyan xizmeta gel kir, hezirana derbasbûyî malbatên koçber ên li kampên Başûr bûn, vedigerin malên xwe.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Şengalê Hiso Îbrahîm diyar kir ku ji nîvê meha heziranê ve derdora hezar û 300 malbat vegeriyan malên xwe û piraniya wan jî ji 2014`an ve li kampên başûrê Kurdistanê bi cih bûbûn.

Têkildarî vegera Êzidiyan Hiso Îbrahîm got: “Divê her kes bizane ku Şengal xaka me ye û em ê vala nehêlin.” Hiso Îbrahîm kiryarên Osmaniyan ên li ser gundên êzidiyan ên li bakurê Kurdistanê bi bîr xist û got: “Ji ber kiryarên Osmaniyan xelkên wan gundan ji gundên xwe derketin û gund vala man.”

400 gundên Êzidiyan rastî êrişên dewleta Osmanî hatin û gundê Wetatê Xalta talan û wêran kirin. Xelkên wan jî hem qetil kirin û hem jî koçber kirin.

Hiso Îbrahîm wiha li axaftina xwe zêde kir: "Divê gelên me xwe li ser xaka xwe birêxistin bikin. Hêz û îradeya xwe xwe jî xurtir bikin, piştevaniya hêzên xwe yên leşkerî û YPŞ`ê, ASAYÎŞ, Êzîdxan û YPJ`ê bikin. Divê dersan ji komkujî û fermanên li dijî wan pêk hatine derxînin, dijmin û dostên xwe nas bikin.”

Di dawiyê de rewşa Şengalê aram e, mêr û jinên wan parastinê dikin. Her wiha ew wekî endamên Meclisa Şengalê bi hemû hêza xwe ve xizmeta koçberên vedigerin warên xwe dikin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din