Meclisa Serêkaniyê ya dagirkirî daxuyaniyên Angela Merkel rexne kirin

Meclisa Serêkaniyê ya dagirkirî daxuyaniya şêwirmenda Almanyaya Angela Merkel rexne kir û got, li dijî îdiayên wê yên yên der barê demokrasî û mafên mirovan e.

Meclisa Herêma Serêkaniyê ya dagirkirî girêdayî daxuyaniyên şêwirmenda Almanî Angela Merkel a têkildarî penaberan daxuyanî da raya giştî. Meclisê bang li hêz û rêxistinên navneteweyî kir ku alîkariyan ji tevahiya penbarên Sûriyê re pêşkêş bikin û rola xwe ya qanûnî û mirovî li hember tevahiya koçberan bê cudahî pêk bîne. Ji ber ku koçberên herêmên Serêkaniyên, Girê Spî û Efrînê bi zorê ji warên xwe hatine derxistin.

Daxuyanî li Kampa Weşûkanî ya ku bi 12 km li rojavayê bajarê Hesekê ye bi tevlibûna endamên meclisê û hinek koçberan hate xwendin. Endama Meclisa Serêkaniyê Selwa Salih daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye;

Şêwirmenda Almanî Angela Merkel piştî hevdîtina wê bi serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan re bi rêya kongreyek çapemenî hevpar ku li Stanbolê lidar ketiye, da xuya kirin ku ew bi tevahiya rêbazan piştgiriya penaberên ji Idlibê yên ku ji şerên li wir revîne dike  û wan bi penbaran bi nav bike da ku parên xwe ji alîkariyên koçberan werbigirin.

Angela Merkel  behsa koçber û penaberên ku ji Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê yên ku di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de bi danê zorê ji warên xwe koçber bûne, nekir. Ji bo xatirê Erdogan, ji bo rewakirina êrişên Tirkiyê, koçberkirina şêniyên resen û pêkanîna guhertina demografîk wan wek koçber nehesiband. "

Meclisê di daxuyaniya xwe de bi tundî paşguhkirina Angela Merkel azarên koçberên Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê şermezar kir.

Meclisê di daxuyaniya xwe de teqez kir ku daxuyaniyên Angela Merkel bi îdiayên wê girêdayî demokrasiyê û mafên mirovan re nakok in. diviyabû bi hesasiyet û wekheviyekê nêzî mijara penbaran bûye. Ne ku ji bo xatirê berjewendiyên xwe yên aborî bi dewelta Tirkiyê re daxuyaniyan bide.

Meclisê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li tevahiya hêz û rêxistinên navdewletî kir ku alîkariya koçberên Sûriyê bike û erkên xwe yên qanûnî û mirovî li hemberî tevahiya koçberan bê cudahî bînin cih. Ji ber ku koçberên herêmên Serêkaniyên, Girê Spî û Efrînê ji koçberên ku bi danê zorê ji warên xwe hatine koçberkirin e.

(şx)

ANHA


Mijarên Din