Meclisa Sivîl a Dêrazorê projeyek nû ji bo xebitandina stasyonên avê da destpêkirin

Gerînendetiya Enerjiyê ya Komîteya Aborî ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê xeteke kehrebeyê ji bo stasyonên avê û komeleyên cotkariyê yên rojavayê Dêrazorê re çêkir.

Komîteya Enerjiyê ya Dêrazorê xetên tûrbîna kehrebeyê ya dualî bi dirêjahiya 12 kîlometre ava kir, ew xet ji stasyona veguherîner a Cezret Mîlac dest pê dike û li gundê Hîsan bi dawî dibe, da ku kehrebeyê bide 12 stasyonên ava vexwarin û 15 komeleyên cotkariyê.

Li gorî berpirsê xetên torên kehrebeyê li rojavayê Dêrazorê Hafiz Beşar, ji ber zêdekirina saetên kehrebeyê li ser torên sereke, tûbrîneke dualî ji bo xebitandina stasyonên ava vexwarin û komeleyên cotkariyê bi dema 24 saetan, hat avakirin. Ew jî da ku zeviyên çadiniyê werin avdan û ava vexwarinê ji şêniyan re were dabînkirin."

Hafiz Beşar diyar kir ku dema pêkanîna xeta tûrbîna dualî ji 15 heta 20 rojan e.

Gerînendetiya Enerjiyê destpêkê vê mehê 18 teransên kehrebeyê li rojavayê Dêrazorê danîn, da ku zextê li ser terans û torên şaxî sivik bikin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din