Meclisa Sivîl a Dêrazorê pêşxistina warê xizmetguzariyê nîqaş kir

Hevserokatiya Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi armanca pêşxistina rewşa xizmetguzariyê bi nûnerên komîteyên meclisê re civiya.

Hevserokatiya Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi komîteyên xizmetguzariyê, Gerînendeya Enerjiyê û Komîteya Çandinî û Avdanê yên girêdayî meclisê re civiya. Di civînê de astengiyên ku her komîteyek dikşîne û rêbazên derbaskirinê hatin nîqaşkirin.

Hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Xesan El-Yûsif anî ziman ku pêwîste stasyonên avê yên wêranbûyî werin sererastkirin. Her wiha ji bo mijara sererastkirina xetên kehrebê li gundewarên nû hatine rizgarkirin destnîşan kir ku divê daxwaznameyên nivîskî fermî li ser werin pêşkêşkirin.

Xesan El-Yûsif, her wiha xebatên ku meclisê li gundewarên rojava û rojhilat ên nû hatin rizgarkirina û zoreyên ku kişandine, destnîşan kir.

Di dawiya civînê de nûnerên komîteyên ji bo çareserkirin pêşxistina çandiniyê û sotemeniyê pêşniyarên xwe anîn ziman.

ANHA


Mijarên Din