Meclisa Sivîl a Dêrazorê û şaredarî ji bo Hecînê di nava liv û tevgerê de ne

Şaredariya Gel a Hecînê ya gundewarê Dêrazorê ji bo lezdayîna vegera koçberan li bajarok lez dide xebatên xwe û gelek proje pêk anîn. Meclisa Sivîl a Dêrazorê jî li Hecînê 10 dibistan û 9 navendên perwerdeyê sererast kirin da ku 9 hezar û 200 xwendekarî pêşwazî bike.

Piştî rizgarkirina gundewarê rojhilatê Dêrazorê Şaredariya Gel a bajarokê Hecînê ya di 1‘ê Nîsanê 2019‘an de hate damezirandin, dimildest dest bi kar kir. Karê yekemîn ê şaredariyê pajikirina bajarok, rakirina berhemên şer û mayînên çeteyan bû.

Şaredariya Hecînê xizmeta 34 gundan dike û bi hevkariya Meclisa Sivîl a Dêrazorê 5 firne vekirin.

Di çarçoveya pêngavên paqijkirinê de şaredariyê bi hezaran ton gemar li kolanên girtî hatibûn komkirin rakir, rojane qasî 6 ton gemar radike û davêje derveyî bajêr. Li aliyekî din jî xebatkarên şaredariyê navbirên rê, çaryan bi giştî û şaxî sererast dike.

Ji bo misogeriya vegera koçberên di kampan de piştî biryara Rêveberiya Xweser, Şaredariya Hecînê enqaz ji malên wêranbûyî, rêyên giştî û şaxê rakirin. Rojane 200 metrekup ji hersê beşên bajarokê têne rakirin.

Komîteya Xizmetguzariyê ya Şaredariyê stasyona pomba sereke ya ava vexwarinê ji nû ve xist xizmetê û ava vexwarinê giha hemû malan. Her wiha xebatên sererastkirina xetên kanalîzasyonê didomin.

Şaredariyê  bi armanca paqijî û parastina goşt selexaneyek ji bo kontrolkirina goşt û rêgirtina li ber keysbaziyê vekir.

Di heman demê de Komîteya Çavdêriyê ya Şaredariya Hecînê çavdêriya bazaran, firne, kargehên bozê û dukanan dike, hem dema madeyên têne firton kontrol dike û jî li ser buhayên wan disekine.

Dîsa jî Komîteya Tenduristiyê ya Şaredariya Hecînê dikanên goşt û dermanxaneyan kontrol  dike. Buroya Veguhstinê jî belgeyên erebeyan dişopîne da ku wan qeyd bike û sotemeniyê ji bo wan peyda bike.

Çeteyên DAIŞ‘ê di dema Hecînê dagir kiribûn de, zarok ji xwendinê bê par hiştibûn û dibistan kiribûn bargehên leşkerî. Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê 10 dibistan û 9 navendên perwerdeyê li bajarokê Hecînê sererast kir. Dibistan di nava du danan de vekiriye. Hejmara xwendekarên li dibistanan 9 hezar û 200 in, 323 mamoste ku zanîngeh û peymangeh xwendine bi dildarî perwerdeyan didin. Li gorî rêveberên komîteyê li Hecînê 14 dibistan bi temamî hatin rûxandin û 2 jî nîv jê hilweşiya ne.

ANHA


Mijarên Din