Meclisa Sivîl a Reqayê 5 sehrîcên avê şandin Hesekê

Dewleta Tirk rasterast sivîlên li herêmên li ser sînroê Bakur û Rojhildatê Sûriyê kirin armanc û sivîl neçar man ji malên xwe derkevin. Meclisa Sivîl a Reqayê sehrîcên avê şandin Hesekê da ku avê li koçberan belav bikin.

Topbarana artêşa Tirk a dagirker a li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha bi tank û moşekan binesaziya stasyonan kirin armanc û ji ber vê yekê piraniya bîran hatin girtin û krîza avê derket, nexasim li Hesekê û gundên derdorê.

Tevî derfetên kêm, Meclisa Sivîl a Reqayê da ku alîkariyê bide şêniyan, 5 sehrîcên ava vexwarinê ku her yek ji wan 50 bermîl avê hildigire li şêniyên koçber ên li Hesekê belav kir. Rêveberê Komîteya Rêveberiya bajêr û şaredariyên Meclisa Sivîl a Reqayê Ahmed Xelîl got artêşa Tirk stasyona sereke ku avê dide Hesekê û bejahiya wê, kirin armanc, ji ber vê yekê av qut bû. Lê belê tevî derfetên kêm dest bi însiyatîfê kirine.

(eh)

 

 


Mijarên Din