Meclisa Sivîl a Reqayê banga vekirina lêpirsînê derbarê sûcên Trikiyê de kir

Meclisa Sivîl a Reqayê di duyemîn salvegera rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê de banga vekirina lêpirsîneke navdewletî der barê sûcên şer ku dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anî de, kir. Her wiha tekez kir ku armanca Tirkiyê ji êrîşan ku DAIŞ`ê aktîf bike.

Meclisa Sivîl a Reqayê di duyemîn salvegera rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê de daxuyaniyek da raya giştî.

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mustefa ve hat xwendin. Endamên saziyên meclisê tev li xwendina daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de hat gotin dewleta Tirk a dagirker û piştî têkbirina DAIŞ`ê hewl dide bi rêya aktîfkirina şaneyên veşartî û revandina çeteyan ji girtîgeh û kampan"rêxistina terorîst" aktîf bike.

Her wiha hat diyarkirin ku Tirkiyê kiriyarên DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêyê komên cûda pêk tîne, lê şêwazê pêkanînê yek e, kuştin, serjêkirin bê ferq û cûdatî di navbera zarok, jin û kalepîran û cihên pîroz û malên olî de dike hedef.

Meclisê di daxuyaniya xwe de got, piştî rizgarkirina Reqayê ji DAIŞ`ê û rizgarkirina tevahî cîhanê ji vê belayê û piştî efsaneyên dîrokî ku di encama wê de 11 hezar şervan şehîd bûn, îro herêmên ji DAIŞ`ê hatine rizgarkirin bûne armanca dagirkeran, xwînrijandin û koçberkirin ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve ku rûyê duyemîn ê DAIŞ`ê ne û cilin nû û navên nû li xwe kirine.                      

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku piştî du salan ji rizgarkirina bajarê Reqayê ji DAIŞ`ê gelek destkeftî ji aliyên xizmetguzarî, perwerde, ewlehî, aramî, başbûna rewşa jiyanê ve hatin bidestxistin, lê hemû destkeftî ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ve rastî xeterî û komkujiyên ku ji aliyê çeteyan ve pêk tên.

Meclisê di daxuyaniya xwe de bang li civaka navdewletî û meclisa ewlehiyê kir ku der barê sûcên şer ku dewleta Tirk û çeteyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet piştî bikarîna çekên qedexekirî, lêpirsîn veke û bang li gelan kir ku di yek rêzde de li hember êrîşên hovane bisekinin û li ber xwe bidin.

Meclisa Sivîl a Reqa û Rêveberiya Sivîl a Reqayê di dawiya daxuyaniya xwe de got wek çawa soz dane cîhanê ku ew bi nirxên azadî, wekhevî, edalet û demokrasiyê ve girêdayî ne dîsa soz didin ku ew tu carî derfet nadin ku terorîst careke din vejîn bibe û dê bi rêya QSD`ê û destekdayîna hêzên aştîxwaz û xêrxwaz herêmên xwe biparêzin, dê xizmetan ji şêniyan re pêşkêş bikin, aramî û ewlehiyê peyda bikin û dê rêveberiyeke baş ku karibe wekheviyê di civaka ku zilm û zordarî dît, pêk bîne.

(bx)

ANHA


Mijarên Din