Meclisa Sivîl a Reqayê: Divê koçber derbasî kampên birêxistinkirî bibin

Li kampên bêserûber roj bi roj rewşa koçberan xirab dibe û rêxistinên heyî jî alîkariyeke sînordar didin koçberan. Meclisa Sivîl a Reqayê ji bo başkirina rewşa wan, diyar kir ku divê koçber di demeke nêz de derbasî kampên birêxistinkirî bibin.

Piştî êrişên artêşa Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bejahiya bajarê Reqayê gelek kampên bêserûber hatin vekirin. Hin kamp koçberên ji Dêrazorê, Hema, Himis û Helebê dihewînin. Tê zanîn ku piraniya koçberan bêyî ku kel û pelên xwe hidin, ji malên xwe derketin.

Hejmara kampan li gundên Reqayê gihaşt 20`an û her yek nêzî 200 malbatan tê de dimînin, rewşa wan zehmet e û derfetên kar tune ne. Lewma bendewarên alîkariya rêxistinan in, lê heta niha tu alîkarî nehatiye. Bi demsala zivistanê re jî azarên koçberan zêdetir bûn.

Ajansa me hevpeyvîn bi koçberên li kampan re kirin û paşguhkirina rêxistinan ji rewşa xwe re rexne kirin. Koçberan anî ziman ku wan tiştekî xwe neaniye û tenê rihê xwe xelas kiriye.

Koçbera li kampa ku dikeve bakurê Reqayê Hena El-Elî (60) ku ji Dêrazorê ye, wiha anî ziman: “Ji ber topbarana balafirên rejîmê û topavêjan em bi şev ji malên xwe derketin û me tiştekî xwe dernexist.”

Hena Elî wiha pê de çû: “Em li vir nerehet in, lê ji ber ewlehî li herêmên me tune ye û malên me kirine baregehên rejîm û Îranê, em nikarin li malên xwe vegerin.”

Têkildarî rewşa tenduristiyê li kampê koçbera bi navê Eyşê Mişel wiha axivî: “Gelek nexweş li kampê hene, zarok bêhtir nexweş ketine, ji van nexweşiyan jî laşmanya zêde bûye.”

Eyşê got, tu aliyan berpirsyariya koçberan ranekir û derman tune ne.

Koçbera bi navê Fatima Îsa got zarok ji mafên xwendinê bê par mane û ji ber rewşa wan, pêşeroja zarokan winda bûye, lewma pêwîstiya wan bi dibistanan heye. Fatima Îsa got konên gelek malbatan, ava baranê derbasî wan dibe.

Koçberê bi navê Elî Hisên jî piştrast kir ku ji destpêka ji kampa Eyn Îsayê derketiye, tevî rewşa wî ya kambax tu kesî alîkariya wî nekiriye.

Tê zanîn ku koçberên li kampa Eyn Îsayê diman, ji ber êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê ji kampê derketin.

Têkildarî mijarê hevserokê Komîteya Kar û Barên Civakî û Xebata Meclisa Sivîl a Reqayê Abdulselam Hemsork got piştî êrişên artêşa Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li dijî kampa Eyn Îsayê, gelê Girê Spî û Serêkaniyê û koçberên li kampan ku bêhtirî 14 hezar koçber bûn, berê xwe da kampên bêserûber ên ku li kêleka Reqayê vekirin û beşekî din jî berê xwe da herêmên din.

Abdulselam Hemsork wiha axivî: “Li bejahiya Reqayê û gundewarên wê tenê 2 kampên birêxistinkirî hene, ew jî kampa Ebû Qibî ya rojhilatî ku dikeve başûrê bajarê Reqayê û kampa Girê Spî ya ku dikeve gundê Til Semin. Li gel vê yekê rêxistinên heyî alîkariya van her du kampan dikin.”

Hemsork got tevî banga Meclisa Sivîl a Reqayê ji bo rêxistinên heyî alîkariyê bidin koçberan, lê dîsa jî qebûl nakin alîkariyê bidin koçberên li kampên bêserûber û bang li koçberên li kampên bêerûber bi cih bûne, kir ku li kampa Girê Spî bi cih bibin da ku rêxistinên mirovî û Meclisa Sivîl a Reqayê alîkariya wan bikin.

Hêjayî gotinê ye ku bi êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, gelek rêxistinan bernameyên xwe sekinandin û dema hejmara koçberan zêde bû, êdî yekcar alîkarî pêşkêş nekirin. Lewma tenê Meclisa Sivîl a Reqayê alîkariya koçberan dike û rêxistinên heyî jî alîkariya kampên birêxstinkirî dikin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din