Meclisa Sivîl a Reqayê: Roja Cîhanî ya Kobanê, roja rizgariya gelan ji zilmê ye

Meclisa Sivîl a Reqayê Roja Cîhanî ya Kobanê bi bîr xist ku bi rizgarkirina bajarê Reqayê re berxwedan heta rizgarkirina hemû çeperan ji DAIŞ`ê dewam kir.

Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Şêx Mihemednûr El-Zîb bi beşdariya bi dehan rêveber û endamên meclisê, daxuyanî xwend.

Daxuyaniya Meclisa Sivîl  a Reqayê wiha ye:

"Di vê roja dîrokî de, Roja Cîhanî ya Kobanê, em hemû gelên cîhanê yên ku piştgirtî daye berxwedana bêhempa ku ji bingehên exalqî û neteweyî yên ku parastina welatiyê sûrî ji êrîşkaran an jî ji dagirkerên xakê, nexasim ji DAIŞ`ê dike, silav dikin.

Di vê rojê de em berxwedana gelên cîhanê ku edalet, mirovahî, azadî, wekheviyê dispîne û piştgiriya demokrasiyê dikin, silav dikin.

Her wiha hemû şehîdên di oxira wan de xak ji terorê hatiye rizgarkirin û canê xwe di oxira parastina mirovahiyê, namûs û hemû pîroziyan feda kirine de, bi bîr tînin.

Di heman demê de piştrast dikin ku rizgarkirina Reqayê berdewama vê berxwedanê ye ku qaşo payetexta Xîlafteyê bû, têk biriye. Her wiha jî ev rizgarkirin bi saya tevahî şêniyên Sûriyê, bi taybet ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat.

Di vê rojê de û di 9`mîn  aloziya Sûriyê de, soza berdewamkirina berxwedanê heta pêkanîna hemû armancên rewa yên pêkhateyên Sûriyê didin.

Her wiha da ku ev roj bibe bingeha rizgarkirina xaka Sûriyê, xaka cîhanê tevahî ku ala aştiyê bilind bikin."

(eh)

ANHA


Mijarên Din