‘Meclisa Îslamî ya Tirkiyê ji gefên Tirkiyê berpirsyar e‘

Hevseroka Kongreya Civaka Îslama Demokratîk Delal Xelîl got Serokatiya Kar û Barên Diyanetê ya Tirkiyê berpirsa yekem a gefên Tirkiyê ye, ji ber ku destekê dide Erdogan di gefên wî yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de.

Hevseroka Kongreya Civaka Îslama Demokratîk Delal Xelîl gefên dubare yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên rayedarên Tirk, şermezar kirin û destnîşan kir ku Kongreya Civaka Îslama Demokratîk dibîne ku erka wan e destekê bidin gelê xwe û wan ji êrîşan biparêzin. Delal bang li hemû beşên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku bi destekî û dengekî li hemberî gefên Tirkiyê bisekinin.

Delal Xelîl kiryarên dagirkeriya Tirk ên li Efrînê bi bîr xistin û got tiştên ku dagirkeriya Tirk li Efrînê kirine, nayên jibîrkirin. Delal her wiha destnîşan kir ku Kongreya Civaka Îslama Demokratîk ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyê konê çalakiyê veda û bang li hemû partiyên siyasî, rêxistin, mamoste û reşenbîran kir ku di bin kon de kom bibin û li hemberî gefên Tirkiyê bisekinin.

Delal Xelîl got Serokatiya Kar û Barên Diyanetê ya Tirkiyê berpirsê yekemîn ê gefên Tirkiyê ye û ev tişt got: "Ji ber fetwayên wê yên destekdayîn û piştevaniya Erdogan di gefên wê yên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hene. Her wiha Diyanet rijandina xwîna zarokên herêmê, koçberkirin û talankirina milkên wan helal dibîne."

Hevseroka Kongreya Civaka Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îşaret bi vê yekê kir ku dewleta Tirk alîkara sereke ya DAIŞ‘ê ye û got: "Piştî tunekirina DAIŞ’ê di aliyê leşkerî de, dewleta Tirk gafên xwe yên li ser herêmê avêtin, ji ber ku serkeftinên ku li herêmên hatine bidestxistin, qebûl nake û bi van gefan dixwaze aramiya herêmê û sîstema wê ya demokratîk tevlihev bike."

‘Tirkiye bi xwe xetere ye’

Rêvebera Kongreya Star Xaliya Necar jî destnîşan kir ku dewleta Tirk zindîkirina serdema Osmanî armanc dike, lewre gefên êrîş û dagirkirinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixe.

Xaliya got gefên Tirkiyê ne tenê li dijî partiyekê yan jî pêkhateyekê ne, lê belê li dijî hemû pêkhateyan in ku bi hev re li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn.

Xaliya Necar avakirina "herêma ewle" di bin parastina Tirkiyê de red kir û got: "Tirkiyê bi xwe xetere ye û xetereyekê li ser herêmên me çêdike."

Di berdewama axaftina xwe de Xaliya diyar kir ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ‘ê gelek azar dîtin û ew di aliyê leşkerî de tune kirin û wiha domand:  "Ne mimkun e em azarên nû û bi navên din wekî ku Tirkiye pêşniyar dike, qebûl bikin. Ji ber ku Tirkiye bi kiryarên xwe yên tunekirina gelan û îmhakirina nasname û zimanê gelan tê naskirin. Bûyerên ku niha li Efrînê diqewimin, ji guhertina demografî, kuştina sivîlan û talankirina milkan mînaka herî berbiçav a vê yekê ye."

Rêvebera Kongreya Star Xaliya Necar di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku dewleta Tirk bi kiryarên xwe qanûnên navdewletî binpê dike, êrîşî dewletên cîran dike, rûmeta wan binpê dike û xaka wan dagir dike.

(bb)

ANHA


Mijarên Din