Meclisa Tenduristiyê ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tedbîrên xweparastinê zêde dikin

Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi çavdrêriya kadroyên tenduristiyê navendeke karantînayê amade kir, her wiha hejmareke telefonê ji bo rewşên awarte diyar kir.

Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê navendeke karantînayê ji bo kontrolkirina rewşên biguman ê Koronavîrusê (Covid-19) amade kir.

Kadroyên karantînayê, pîvanên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) pêk tînin û destpêkê kesên biguman dezenfekte dikin, piştre di kontrola tenduristiyê re derbas dikin.

Navenda karantînayê ji 7 odeyan û 25 textan pêk tê ku tê de alavên dermankirinê yên destpêkê, pêwîstî û cîhazên tenduristiyê wekî yên oksîjen, nefes û dil hene. Her wiha ji bo nobetê 6 hemşîre û 4 bijîşkên nexweşiyên hundirîn û yên sîng, hatine erkdarkirin.

Hevseroka Meclisa Tenduristiyê Leyla Hesen diyar kir ku ew bi hemû derfetên xwe tedbîrên pêwîst digirin û hêvî kir ku vîrusli herêmê belav nebe.

HEJMAREKE TAYBET A REWŞÊN AWARTE

Hevserokê Meclisa Tenduristiyê Dr.Neşet Zîbar jî anî ziman ku wan ji bo rewşên awarte hejmara telefonê (0934998835) diyar kiriye û belavokên Meclisa Giştî û Meclisa Tenduristiyê amade kirine, dê bixin nav tûrên nan û li şêniyan belav bikin.

Neşet Zîbar bang li welatiyan kir ku ji bo parastina xwe ji Meclisa Tenduristiyê re alîkar bin û li gorî biryaran tev bigerin.

eh

ANHA


Mijarên Din