Meclisa Til Temir: Divê NY’yê bi erkên xwe der barê êrîşên Tirkiyê de rabe

Meclisa Til Temir bang li tevahî rêxisitnên cîhanê, mafên mirovan û NY’yê kir ku bi erkên xwe yên mirovî û exlaqî der barê êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û komkujiyên ku li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne de, rabin.

Bertekên şermezarkirina dijminatiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, komkujiyên bi mafên sivîlan û bikaranîna çekên qedexekirî de, berdewam in.

Îro Meclisa Navçeya Til Temir tevî şêniyên wê daxuyaniyeke şermezarkirinê li pêş navenda meclisê da.

Di daxuyaniya ku hêla endamê meclisa navçeyê Abdulbqaî Kotî ve hatiye xwendin, ev tişt hate gotin: "Êrîşên artêşa dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bikaranîna çekên qedexekirî li dijî sivîlan, jê jî zarok û jin, şermezar dikin."

Kotî piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze êrîşî herêmê û xaka Sûriyê dagir bike. Bi wê re jî şêniyan koçber bike û li şûna wan çeteyan bi cih bike û demografiya herêmê biguhere.

Kotî îşaret pê kir ku armanca van êrîşan, vejandina çeteyên DAIŞ’ê, piştgirî û piştevaniya wan e û bal kişand ser ku artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi serê sivîl û siyasetmedaran mîna Hevrîn Xelef û hevrêyên wê ve kuştinên meydanî pêk tîne û li rexê jî milkên şêniyan didizin û talan dikin.

Li dawiyê jî, Kotî bang li tevahî rêxistin, mafên mirovan û NY’yê kir ku bi erkên xwe yên mirovî û exlaqî der barê binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi giştî û komkujiyên ku pêk tînin de bi taybet, rabin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din