Meclisa Waşûkanî jiyana koçberên li kampê bi rêxistin dike

Meclisa Kampa Waşûkanî tevî rêveberiya kampê, gelek xizmetan pêşkêşî koçberan dike. Hevserokê meclisê got "Tevî ku gelek rêxistin hene jî, lê xizmetên pêwîst ji koçberan re pêşkêş nakin."

Piştî êrişa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 9`ê Cotmeha 2019`an de li ser herêmên Serêkaniyê û Girê Spî û koçberkirina bi hezaran şêniyan bi darê zorê ber bi bajarê Hesekê ve, Rêveberiya Xweser ji bo koçberên Serêkaniyê û gundewarên wê kampek ava kir.

Kamp li erdekî bi firehiya 600 donimî ku li bajarê Tiwêne dikeve (12 km li rojavayê navenda bajarê Hesekê) ava kir. Piştre kamp hate firehkirin da ku têra hejmara zêde ya koçberên ku berê xwe dane kampê bike.

Niha li kampê 12 hezar kes dijîn ku ji hezar û 881 malbatên koçber in ku di hezar û 620 konan de dimînin.

Piştî vekirina kampê bi demeke kin, meclisek ji malbatên koçber ên kampê hat avakirin da ku xizmetan pêşkêşî koçberan bike, azarên wan bi dawî bike û daxwazên wan ku meclis nikare pêk bîne, bigihîne aliyên têkildar.

Li gel belavbûna vîrusa Koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku zêdetirî hezar kes pê ket, Meclisê bi rêjeyeke mezin pêdiviyên koçberan peyda kir.

KOMÎTEYÊN MECLISÊ Û ARMANCÊN WAN

Meclis ji gelek komîteyan pêk tê, komîte ev in; komîteya çand û hunerê ku çand û kevneşopên pêkhateyên koçber bûne diparêze, Komîteya Perwerdeyê ku dewreyên perwerdeyê bi rêxistin dike û Komîteya Parastinê ku aramî, îstiqrara kampê û ewlehiya koçberan diparêze.

Komîteya Edaleta Civakî rewşa koçberan û kampên lê dimînin dişopîne, Komîteya Jinan jî civînan ji jinan re li dar dixe û wan perwerde dike, Komîteya Ciwanan jî li ser têgihîştina ciwanên koçber kar dike.

Komîteyên navborî gelek xizmetan pêşkêşî koçberên li kampê dikin û bi rêya lidarxistina çalakiyên çandî hewl didin çanda koçberan biparêzin.

Her wiha da ku zarok ji dibistanên xwe dûr nekevin û perwerdeya xwe dewam bikin, komîteya bi koordîneya bi Gerînendetiya Perwerdeyê ya Hesekê re di hundir kampê de vekir.

Di heman çarçoveyê de, mala jin û komîteya taybet bi jinan dewreyên perwerdeyê ji jinan re vedike û wan beşdarî karên ku dikevin xizmeta koçberan dike.

Her wiha komîteya xizmetguzariyê bi koordîneya bi rêxistin û rêveberiya kampê re, pêdiviyên sereke yên koçberan wekî av, nan, gaz û sebzeyan peyda dike û bi rêya komînên li beşên kampê li ser koçberan belav dike.

Komîteya parastinê jî tevî hêzên ewlekariyê parastina koçberan li hundir û derveyî kampê dike û ji bo peydakirina ewlehî û îstiqrarê dewriyeyên hevbeş tevî hêzên ewlekariyê bi rêxistin dike.

Her wiha komîteya tenduristiyê bi koordîneya bi Heyva Sor a Kurd re xizmetên tenduristiyê pêşkêşî koçberan dike û heke pêwîstiya koçberan bi xizmetên tenduristiyê li derveyî kampê hebe, kaxizên wan amade dike.

82 KOMÎN

Di Kampa Waşûkanî ji 3 beşan (A,B,C) pêk tê, her beşek ji 6 beşên din pêk tê, di her beşekê de 6 komîn hene. Bi giştî di kampê de 82 komîn hene.

Hevserokê Meclisa Kampa Waşûkanî Elaa Elî diyar kir ku rojane komîteyên wan bi karê xwe radibin û bi rêveberiya kampê re koordîne dikin. Her wiha koordînasyona di navbera  rêxistinên li kampê dike, bi rêxistin dike.

Li kampê zêdetirî deh rêxistinan hene, Elî wiha dibêje: "Tevî ku gelek rêxistin li kampê hene jî, lê belê xizmetên pêwîst pêşkêşî koçberan nakin û nikarin pêdiviyên koçberan peyda bikin û azarên wan kêm bikin, ji ber ku rêxistinên herêmî ne û ne navneteweyî ne."

Elaa Elî di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên navneteweyî û bi taybetî rêxistinên NY`yî kir ku rewşa koçberan di ber çavan re derbas bike, azarên wan bi dawî bike û xizmetên pêwîst pêşkêşî wan bike.

(cx)

ANHA


Mijarên Din