Meclisa Zagonsaz gelek dozên xizmetguzeriyê niqaş kirin

Meclisa Zagonsaz a bajarê Minbicê û gundênwarên wê di civîna hejmar 44 de, rêziknameya komîteya şaredariyan û karê mûdîryeta sotemeniyê li bajêr nîqaş kir.

Bi beşdarbûna hevserokê meclisa zagonsaz, dîwan, endamên meclisê û komîteya şaredariyan, meclisa zagonsaz li bajarê Minbicê û gundewarên wê îro civîna hejmar 44 ji bo niqaşkirina rêziknameya şaredariyan û karê mûdîryeta sotemeniyê li bajêr lidar xist.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, paşê rêveberiya sotemeniyê ya Minbicê û gundewarên wê awayê belavkirina sotemeniyê niqaş kir. Endamê rêveberiya komîteya sotemeniyê Adil Hisên diyar kir ku awayekî nû ji bo belavkirinê diyar kire, ew yek jî bi rêya komînan li şûna navendên heyî.

Hisên destnîşan kir ku hin tedbîr hatin girtin da ku gaz û mazot neyê belav kirin. Komîteyê ji hejmara welatiyên bajêr û gundan xwest da ku gaz û mazot bi awayekî adalet bê belav kirin, her wiha jimara li ser motoskilêt, erebe û alavên mezin xwestin da ku kartan bidin wan û li gorî wê benzîn û mazot bigirin, her wiha komîteyê jimareya cotkaran xwest da ku mazot bide wan.

Meclisê gelek mijar û pirsgirêk niqaş kirin, di nav de tevliheviya awayê belavkirina mazotê di demsala zivistanê û aloziya gazê.

Hisên Elî bersiva beşdaran da û teqez kir ku ew xwe amade dikin da ku nirxê gazê li navendê kêm bikin, her wiha pêşinyar kir ku mecliseke jimareyan li Minbic û gundan bê ava kirin.

Endamên meclisê rêziknameya komîteya şaredariyan niqaş kirin û bendên wê erê kirin.

ANHA


Mijarên Din