Meclisên gel ên Dêrazorê: Na ji derbasbûna Tirkiyê re

Meclisên gel ên bajarê El-Besîrê ya Dêrazorê çalakiyek ji bo şermezarkirina "Herêma ewle" ku Tirkiyê behsa wê dike, lidarxistin, meclisan diyar kirin ku hewldanên Tirkiyê tenê ji bo dagirkeriyê ser şêniyên herêmê ferz bike.

Îro endamên saziyên sivîl, meclisên jinan û rûspiyên gundewarê rojhilatê Dêrazorê yên herêma El-Besîrê li pêşiya meclisa gel a El-Besîrê kom bûn û çalakiyek ji bo gefxwarinên Tirkiyê yên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Di çalakiyê de daxuyaniyek hate xwendin, daxuyanî ji aliyê hevserokê meclisa gel a El-Besîrê Şakir El-Salih ve hate xwendin.Daxuyanî wiha ye:

"Hemû hewldanên Tirkiyê yên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar û red dikin, bi navê meclisên gel bi hemû pêkhateyên wê Ereb, Kurd, Sûryan û pêkhateyên din em li dagirkeriya Tirkiyê disekinin.

Bi rêya dîrokê çavberdanên Tirkiyê di herêmên me de diyar dibe, bi rêya binxistina bîrdoziyê û cihên dîrokî yên taybet li herêmên me diyar dibe.

Di demên dawî de bûyerên ku ser xaka me rû dan, ji min re qirêjiya Tirkiyê îsbat kir.

Şêniyên Dêrazorê yek dest in û bi yekbûna Sûriyê û têkiliyên baş bi dewletên cîran re teqez dikin.

Na ji derbasbûna Tirkiyê re, na ji dagirkeriya Tirkiyê, bijî biratiya gelan.

ANHA


Mijarên Din