Meclisên herêma Cizîrê dubare soza bilindkirina asta têkoşînê heta rizgarkirina herêmên dagirkirî da

Bi rasthatina salvegera duyemîn a dagirkirina kantona Efrînê re meclisên herêma Cizîrê dubare soza bilindkirina asta têkoşînê heta rizgarkirina herêmên dagirkirî û serkeftinê da. Meclisan bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî binpêkinên dewleta Tirk  helwesteke cidî nîşan bidin.

Bi rasthatina duyemîn salvegera dagirkirina kantonê Efrînê re meclisên bajarên Qamişlo, Hesekê, Tirbespiyê û Til Hemîsê daxuyanî dan.

QAMIŞLO

Li bajarê Qamişlo bi dehan endamên meclisa bajêr li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo kom bûn, şaxên zeytûnan, wêneyên qurbaniyên komkujiya artêşa Tirk a dagirker a 20 Çileya 2018`an li dijî gelên Efrînê pêk anîn, wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê hilgirtin û daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Artêşa Tirk bi hezaran leşkerên xwe tev li komên terorîst ên pê ve girêdayî kir, çek û teknolojiya pêşketî dan wan û 20 Çileya 2018`an êrişî kantona Efrînê kir lê şêniyên Efrînê, YPG û YPJ`ê 58 rojan li ber xwe da û efsane nivîsandin."

Daxuyaniyê destnîşan kir ku ev yek di demekê ku Efrînê derdora 500 hezar koçberên ji hundirê Sûriyê pêşwazî kirin pêk hat, ji ber ku Efrîn cihekî aram û di bin siya Rêveberiya Xweser a Demokratîk de kar û xebata xwe dida meşandin, her wiha Efrîn bi rola pêşengî ya jinan dihat naskirin, jin hem beşdarî avakirina sîtema rêveberiyê ya qanûnsaz bûne û hem jî beşdarî avakirina cezayî bûne.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Lê belê îro û piştî ku 2 sal di ser dagirkirina Efrînê re derbas bûye, hîn jî komên çeteyan û artêşa Tirk a dagirker rojane li dijî gelên Efrînê hovîtirîn binpêkirinan pêk tînin, ji wan qetilkirin, wêrankirin, şewitandina xwezayê û darên zeytûnan, revandin û dizîya şûnwaran."

Meclisa Qamişlo dubare soza bilindkirina asta têkoşîn, kar û xebatê heta rizgarkirina herêmên dagirkirî û garantiya vegera şêniyên li warên wan da.

HESEKÊ

Di heman çarçoveyê de Meclisa Kantona Hesekê daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyanî wiha ye: "Îro 2`yemîn salvegera dagirkirina kantona Efrînê ye, anku dagirkirina bajarê zeytûnan û bajarê aşîtiyê, Erdogan û çeteyên xwe yên bermahiyên DAIŞ û Nusra şerekî hovane li dijî Efrînê meşandin, qanûên navdewletî bin pê kirin, di encamê de sivîl şehîd bûn û binesaziya herêmê wêran kir.

Daxuyaniyê destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker li vir nesekinî lê hemû mizgeft, perestegeh, şûnwar û sembolên çendî kirin armanc, armanca ji vê yekê jî tunekirina nasnameya Efrînê bû, li gelê vê yekê hilberînên çandiyê,  darên zeytûnan jî şewitandin, zimanê Tirkî ferz kir, malbat neçarî koçberkirinê kirin û malbatên çeteyên bi armanca guhartina demografiyê lê malên wan bi cih kirin.

Daxuyaniya meclisê piştrast kir ku gelên Efrînê 58 rojan bê navber hem bi şev, hem bi roj li hemberî bombebarana artêşa Tirk li ber xwe da û Berxwedana Serdemê îsbat kir ku gelên Efrînê şerê nasnameyê û şerê xweparsastinê di demeke ku çeteyên artêşa Tirk mal û milkên sivîlan talan dikirin, didan meşandin.

Meclisê di dawiya daxuyaniyê de bal kişan ser berxwedana li Efrînê hate meşandin û parve kir ku lûtkeya berxwedanê li Efrînê hate berzkirin, bi saya şervanên sînga xwe li hemberî dijmin kirin mertal û bi saya şehîdên ji cîhanê re isbat kirin ku vîna wan ji çekên NATO`yê xurtir e berxwedan hate nivîsandin, anku ev baweriya bi doza ku ji bo wê li ber xwe didin e.

TIRBESPIYÊ

Meclisa navçeya Tirbespiyê daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya avahiya meclisa malbatên şehîdan ji aliyê hevserokê meclisê Abdurehîm Hiso ve hat xwendin. Bi dehan endamên meclis, şaredarî û partiyên siyasî tev li xwendina daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dagirkirina Efrînê qutkirina parçeyek ji erdnîgariya Sûriyê û parçekirina civak Sûriyê ye.

Her wiha hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker nasnameya dîrok û civakî ya niştecihên herêmên hatine dagirkirin dugherîne, hemû navendên ku xizmeta şêniyan dikin, cihên olî, şûnwarî, dîrokî kirin hedef.

Meclisê di dawiyê de bêdengiya navdewletî der barê siyaset û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên li herêmên dagirkirî de şermezar kir û bang li civaka navdewletî kir ku helwestên cidî bigirin û dagirkeriyê bi dawî bikin.

TIL HEMÎS

Daxuyanî ji aliyê hevserokê meclisê Heyal El-Xiwêr ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: "Dagirkirina Efrînê qutkirina parçeyek ji erdîngarî û parçekirina civaka Sûriyê ye. Dagirker nasnameya dîrokî û civakî ya niştecihên resen ên herêmên dagirkirî diguherîne. Navend û saziyên xizmeta şêniyan dikirin, cihên olî û dîrokî kirin hedef. Îro piştî du salan ji dagirkirina Efrînê hêzên dagirker û komên çete yên girêdayî wê bi awayekî hovane kiryarên qirêj li dijî gelê me li Efrînê pêk tînin.

Bêdengiya navdewletî û herêmê hemû zagon û pîvanên navdewletî binpê dike. Berjewendiyên dagirkeran li Serêkaniyê, Girê Spî û guhertina demografiya herêmê û bicihkirina terorîstên DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusra li şûna wan  paşguh dike. Niştecihên resen ên herêmê neçarî koçberiyê kir. Gelê me yê Efrînê ku neçarî koçberiyê bû û berê xwe da herêmên Şehba û herêmên din berxwedana wan di kampan de didome. Hêviya wan bi vegera li warê wan mezin e û berxwedana wan dê dewam bike heta Efrînê were rizgarkirin."

(eh-bx)

ANHA


Mijarên Din