Meclisên herêma Cizîrê komkujiya li Minbicê şermezar kir

Şêniyên herêma Cizîrê komkujiya artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî şêniyên bajarê Minbicê şermezar kirin û diyar kir ku ev sûc di çarçoveya siyaseta qirkirinê ya li dijî gelên herêmê de pêk tê, divê Koalîsyona Navneteweyî û Rûsya li hemberî van sûcan bi erka xwe rabin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê li gundên Qortwêran û Weylanê yên bakurê rojavayê Minbicê komkujî pêk anîn, di encamê de 6 sivîl şehîd bûn, di nav de jin û zarok jî hebûn û hin sivîl jî birîndar bûn.

Bi armanca şermezarkirina sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê meclisên navçeya herêma Cizîrê daxuyaniyên cuda dan.

QAMIŞLO

Meclisa Qamişloyê îro daxuyaniyek da. Endama Komîteya Parastina Jîngehê ya Meclisa Qamişlo Şevgîn Sebxetellah  daxuyanî xwend û ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gundên nêzî sînor dewleta Tirk careke din komkujiyeke hovane pêk anî. Ev komkujî di çarçoveya siyaseta li dijî gundên nêzî sînor de pêk hatiye, wekî ku di 2018`an de êrişî herêma Efrînê kirin û paşê dagir kirin û sivîl kirin armanc.

TIL HEMÎS

Şêniyên navçeya Til Hemîsê jî daxuyaniyek da. Hevserokê Meclisa Til Hemîsê Hiyal El-Xiwîr daxuyanî xwend. Hiyal diyar kir ku serokê AKP`ê Erdogan “xelîfê çeteyên DAIŞ`ê” ye, armanca wî têkbirina ewlehiya herêmê û îradeya gelên wê ye û bi vê xewna babîrên xwe yên Osmanî dubare dike.

GIRKÊ LEGÊ

Hevserokê meclisa navçeyê Mihemed Cemîl daxuyanî xwend û sûcên artêşa Tirk ên li dijî sivîlan şermezar kirin û wiha domand: "Artêşa Tirk cudabûnê naxe navbera sivîl an jî leşkeran, ev sûc rihê berxwedanê û vînê dike armanc, lewma divê li hemberî êrişên artêşa Tirk asta berxwedana bilind bikin."

DÊRIK

Endamên meclisê li pêşiya avahiya meclisa Dêrikê kom bûn.

Endamê Komîteya Rêveber a Şaredariya Gel Hesen Hemza daxuyanî xwend û daxuyand ku artêşa Tirk û çeteyên wê hewl didin bi hemû rêbazan destkeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbe bikin, lewma êrişî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin û yekser gelan dikin armanc, ji ber vê yekê qurbaniyên komkujiya gundên Qortwêran ên Minbicê bi bîr tînin.

TIRBESIYÊ

Bi dehan şêniyên navçeyê li pêşiya navenda meclisê kom bûn. Daxuyanî ji aliyê cîgira hevserokatiya meclisê Nalîn Temo ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk sûceke din li sûcên ku pêk tîne, zêde kir, herêma Minbicê topbaran kir û sûceke nû di dîroka xwe ya reş de qeyd kir.

TIL BIRAK

Şêniyên navçeya Til Birakê jî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk hewl dide îradaya gelê azadîxwaz bişikîne, da ku şerê taybet li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bimeşîne û ji ber wê jî êrişî sivîlên herêma Minbicê kir da ku tevliheviyê derxe.

HESEKÊ

Daxuyanî ji aliyê hevseroka meclisa kantona Hesekê Semer Abdullah ve hate xwendin. Daxuyaniya meclisa navçeya Dirbêsiyê jî ji aliyê endama meclisê Nesrîn Mamo ve hat xwendin. Daxuyaniya Til Temirê ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Abdulrezaq Kûtê ve hat xwendin, her wiha daxuyanî li navçeya Şedadê jî hate dayîn.

Di daxuyaniyan de hate destnîşankirin ku di dema gelê herêmê ji bo bidestxistina azadiya xwe, belavkirina ewlehî û aramiyê li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê dikoşe, QSD`ê hemleyên têkbirina terorîstan û tunekirina şaneyan didomîne, çeteyên DAIŞ`ê careke din hewl didin hebûna xwe vejînin, dewleta Tirk jî êrişên li ser herêmê didomîne, komkujiyan pêk tîne û bi vê yekê hemû pîvanên navneteweyî binpê dike.

(bx-eh)

ANHA


Mijarên Din