Meclisên jinan ên Reqayê ji nûve têne sazkirin

Rêveberiya Jinan a Reqayê dest bi jinûva sazkirina meclisên jinan kirin. Rêveberiyê meclisên taxên Deriyê, Teyar, Meşleb û Rimêlê ji nû ve saz kirin.

Di konferansa Rêveberiya Jinan a Reqayê de ku di meha Gulanê de hatibû lidarxistin biryar hate girtin ku komîn û meclisên jinan ên bajar û gundewarên Reqayê ku 17 meclis in, ji nû werin saz kirin. Bi vê armancê rêveberiyê bi amadebûna bi dehan jinan li taxên El-Deriyê, El-Teyar, Meşleb û Rimêla rêze civîn li dar xistin.

Di civînan de endama Rêveber a Rêveberiya Jin a Reqayê Zuleyxa Ebdî armanca sazkirina meclisan û mekanîzmeya karê jinan di meclisên taxan de eşeke kir û got: "Divê ciheke hebe ku mafê jinan misoger bike û wan bi rêxistin bike, li ser vê esasî Meclisa Jin hate avakirin ku spartgeha hemû jinan e."

Piştre rêveberên meclisan, cîgirên wan, nûnerên komîteyên lihevanînê, tenduristî û arşîv hatin hilbijartin.

Piştî bidawîbûna sazkirina meclisên bajêr di meclisên gundewarên Reqayê ji nûve bên sazkirin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din