Meclîsa Serokatiya Lîbyayê li dijî hêzên Heftar operasyon ragihand

Berdevkê Hêzên Meclisa Serokatiya Lîbyayê Mihemed Qenûnû opresyona leşkerî bi navê `Burkan El-Xedeb` li dijî hêzên artêşa neteweyî ya Lîbyayê ya bi serkêşiya Xelîfe Hefter ragihand.

Mihemed Qenûnû di kongreyek çapemeniyê de roja got: "Em ê sivîlbûna dewletê biparêzin û em rê nadin leşkerkirina dewletê. Em soz didin gelê xwe ku em amade ne dijmin tune bikin û saziyên dewletê biparêzin."

Qenûnû diyar kir ku armanca operasyonê paqijkirina tevahiya bajarên Lîbyayê ye.

Hêzên artêşa neteweyî ya Lîbyayê bi serkêşiya Xelîfe Heftar pêşketina xwe ber bi Terablusê ve di çarçoveya operasyona leşkerîya berfireh de bi navê `Tofan El-Keramê` didomînin. Artêşa Lîbyayê roja Pêncşemê operasyonê ji bo rizgarkirina peytexta Lîbyayê ragihandibû.

Berdevkê artêşa neteweyî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî di daxuyaniyekê de ji Sky News re ragihand "Operasyon baş diçin. Em derbasî gelek taxên bajêr li başûr û başûrê rojava bûne . Şerên dijwar rû didin û komên çekdar hewl didin riya Um Wadî El-Rebî vegerînin bin serweriya xwe. Ev rê ji riyên stratejîk a herî girîng e. Em niha li 7 eniyan pêşdikevin."

El-Mismarî destnîşan kir ku artêşê gelek herêm û eniyên stratejîk derdora balafirgeha Terablusê ya navdewletî tevî deriyên têketina bajêr ji aliyê rojava ve û eniyên ku peytext bi herêmên başûr û başûrê rojhilatê ve girê dide, vegerandina bin serweriya xwe.

(şx)

ANHA


Mijarên Din