Meclîsa Zanîngeha Rojava civîna awarte lidar xist

Meclîsa Zanîngeha Rojava civîneke awarte li dar xist, tê de hejmarek biryarên girîng standin.

Meclîsa Zanîngeha Rojava bi armanca nirxandina xebatên zanîngehê yên sala derbasbûyî û danîna plan û programên sala nû civîneke awarte li dar xist.

Ev civîna awarte li şûna konferansa zanîngehê ku diviyabû di 20`ê Cotmeha derbasbûyî de hatiba lidarxistin, pêk hat. Lê ji ber rewşên ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re derbas dibe konferans nehat lidarxistin.

Civîn li hola Endezyariya Çandiniyê ya li bajarê Qamişlo li dar ket. Piraniya endamên Meclîsa Zanîngehê beşdar bûn. Civîn ji aliyê hevserokatiya zanîngehê Rohan Mustefa û Ehmed Îbrahîm û her weha cîgira hevserokatiya zanîngehê Şînda Dawud ve hat birêvebirin.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre rojeva civînê hat destnîşan kirin. Destpêkê rapora salane ya Desteya Rêveberiya Zanîngehê hat xwendin ku tê de rewşa perwerdê, kar û çalakî, hemû rêveberî, xwendekar, fakulte û peymangehan hatibû diyar kirin. Her wiha kar û xebatên pêkhatî û yên pêknehatî, kêmasiyên ku di sala derbasbûyî de hatine jiyîn û pêşketinên ku hatin bidestxistin weke vekirina fakulte û peymangehên nû, amadekirina wane û mamosteyên dersdayînê jî hatin diyar kirin.

Piştî xwendina rapora salane derfet ji bo nirxandina giştî vebû. Di nîqaşan de beşdaran gelek mijarên erênî û yên nerênî nirxandin û rexne û rexnedayîn jî li ser mijarên ku kêmasî tê de derbas bûne hatin pêşkêşkirin.

Her wiha rêvebernameyên sereke yên zanîngehê li pêş beşdaran hate xwendin û deriyê guftûgoyê di derbarê rêzikan de hate vekirin. Di dawiyê de bi piranî hate erêkirin ku bibe bingeha xebata zanîngehê.

Hinek pêşniyar û plansaziyên ku zanîngeh li gor wan bimeşe hatibûn pêşkêşkirin, piştî nirxandin û nîqaşê hatin erêkirin. Biryarên ku derketine wiha ne:

1-Zanîngeha Rojava li gor vesaziya nû 5 fakulteyan di nava xwe de vedihewîne ku weha n    .

1 - Fakulteya Ziman û Zanistên Civakî: Li gor salên xwendinê, Ziman û Wêjeya Kurdî (4 sal), Hunerên Bedew (4 sal), Wergera Ingîlîzî (2 sal), Jineolojî (2 sal)

2 - Fakulteya Petrol û Petrokîmya: Salên xwendinê (5 sal)

3 – Fakulteya Endezyariya Çandiniyê: Salên xwendinê (5 sal)

4 - Fakulteya Zanistên Perwerdehiyê: Ji van beşan pêk tê: Bîrkarî, Fîzîk, Kîmya, Zindînasî (Bîyolojî), Dîrok, Erdnîgarî, Mamostetiya Refê ku salên xwendinê 4 sal in.

5 - Fakulteya Endezyariyê: Endezyariya Avahîsaziya Jîngehî (5 sal) û Peymangeha Endazyariya Avakirinê.

Her wiha du peymangehan jî vedihewîne: Peymangeha Zanistên Rêveberî û Darayî  (2 sal), Peymangeha Bilind a Mekatronîkʺ (2 sal).

Ji nava biryarên ku di civîna awarte de hatin standin ew bû ku Akademiya Bijîşkî ya ku girêdayî Desteya Tenduristiyê bû tevlî Zanîngeha Rojava bibe û di destpêka sala xwendinê 2019-2020ʹan de bi fermî dest bi karê xwe li zanîngehê bike.

Hirweha beşdaran hevserokatiyeke nû ji rêvebirina xebatên zanîngehê re hilbijartin. Bi piraniya dengan Dr.Ebdilîlah Mustefa û M.Rohan Mustefa ji bo vê erkê  hatin hilbijartin.

Dîsa ji bo sala nû projeya ku çavkaniyên zanistî yên zanîngehê ji bo Kurdî werin wergerandin hate pejirandin.

Di dawiya civînê de endamên Desteya Rûmetê ya zanîngehê hatin destnîşankirin ku ji van kesayetan pêk tê: Dr. Ehmed Îbrahîm, M.Mihemed Salih, Kewser Doko. Her weha ji ber rola wan ya kedkar di ber damezrandin û pêşdebirina fêrkirinê û damezrandina Zanîngeha Rojava de ji alî rêveberiya zanîngehê ve hatin xelatkirin.

ANHA


Mijarên Din