Medceneyên Ebû Qibêî piştî restorekirinê ketin xizmetê

Piştî xebatên Komîteya Aborî ya Tebqayê ku nêzî salekê dewam kir, medceneyên Ebû Qibêî li rojhilatê bajarê Tebqayê dest bi hilberînê kir. Hilberîn bi buhayên guncaw di nav sûkên bajêr de tê belavkirin.

Bi armanca xurtkirina aboriya herêmî û bicihanîna pêwîstiya sûkên bajar ji hêk û goştê taze, Komîteya Aborî ya girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê dest dest bi sererastkirina medceneyên (çewlik) Ebû Qibêî kir. Medcene bi 35 km li rojhilatê bajarê Tebqayê ne. Piştî bidawîbûna xebatên sererastkirinê medcene rojane derdora 280 heya 290 hêkan hildiberîne. Tevî goştê taze yê ku di nav sûkên Tebqayê de tê firotin.

Di medceneyê de 9 yekîne hene. Her yek ji 3 hingaran pêk tê. Yanî di medceneyê de 18 hingar hene. Jê 10 li ser erdê ne û yê din qefes in. Dirêjahiya her hingarekê 100 metre û firehiya wê 10 metre ye. Her hingarek dikare 15 hezar mirîşkan bihewîne.

Niha Komîteya Aborî 9 hezar mirîşk di medceneyê de bi cih kirine, bi çavdêriya hejmarek karker û bijîşkekî beyterî. Miqdara hilberînê ya rojane derdora 280-290 hêk e û di nav sûkên herêmê de bi buhayên guncaw belav dibin.

Li gorî endezyarê çavdêr Mehmûd El-Mihemed Komîteya Aborî hewl dide hingarên mayî sererast bike û pêwîstiyên sûkên herêmî ji hêk û goştê taze peyda bike û miqdara zêde derxe derve.

Di dema dagirkirina DAIŞ`ê de, li herêmê çeteyan medcene kiribûn baregeheke leşkerî û çete tê de perwerde dikirin. Çeteyan, beriya ku ji herêmê werin derxistin, 3 hingar mayin kirin û yên din bi awayekî beşî zirar dîtin. Komîteya Aborî hindek ji wan hingaran sererast kirin û hîna xebatên wê di beşên din de berdewam in.

(şx)

ANHA


Mijarên Din