Mehmûd Ebas banga civîna awarte kir

Serokê Filistînê Mehmûd Ebas banga civîna awarte ji bo lêkolînên sekinandina li hemberî "Peymana Sedsalê" a plana aştiyê ya Amerîkayê li komên Filistînê kir. Her wiha îro meşên gel li Xeza û Defa yarojava ji bo şermezarkirin û redkirina peymanê dest pê kirin.

Çavkaniyên filistînî ragihand ku serokê filistînê Mehmûd Ebas bang li hemû komên Filistînê kir ku beşdarî civîna awarte bibin, di demekê de ku serokê Amerîkayê Donald Trump detayên plana Amerîkayê ya aştiyê ku bi navê "Peymana Sedsalê" tê naskirin, îro di seat 19.00’an de dê ragihîne.

Duh malperên Filistînê ragihand ku serok Ebas tekez kir ku mafê gelê Filistînê di diyarkirina nerazîbûna xwe ji peymanê re heye. Her wiha çavkaniyên nêzî serok Ebas diyar kir ku Ebas di bersivdayîna ragihandina “Peymana Sedsalê” de, armanc dike ku têkildarî têkiliya bi Îsraîlê re biryarên zehmet bide.

Di heman demê de komên Filistînê bi rêya daxuyaniyan plana aştiyê ya Amerîkayê red kir. Daxuyaniyan diyar kir ku peymana sedsalê ya Amerîkayê nûnertî û dijminatiya Amerîkayê li ser gelê Filistînê dike û piştevaniya berbiçav ji bo dagirkirina Îsraîlê ji Filistînê re ye.

Di heman demê de nûçegihanê me destnîşan kir ku meşên gel, dê îro li Filistînê pêk bên da ku vê peymanê red bikin.

(jo)

 


Mijarên Din