Mehmûd Hebîb: Deriyên me ji şêniyên Idlibê re vekirine

ءBerdevkê fermî yê lîwa El-Şemal a Demokratîk Mehmûd Hebîb got: "Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê deriyên xwe ji şêniyên Idlibê re vekirine.”

ءBerdevkê fermî yê lîwa El-Şemal a Demokratîk Mehmûd Hebîb diyar kir ku makenîzmeya koordîneya bi şêniyên Idlibê, yên ku dixwazin derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin re, berdewam e

Hebîb got: “Dihat payîn ku di 13`ê Sibatê de beşek din ji koçberên Idlibê derbasî herêmê bibûna. Lê rewşên hawayê yên dijwar li hember gihaştina wan bûye asteng. Em texmîn dikin ku di demên pêş de pêlên koçberiyê zêde bibin.”

Her wiha Hebîb hişyarî da ku eger sivîlên li Idlibê bikevin dorpêçê û rê di navbera Idlib û bakurê Sûriyê de qut bibe, dê rewş dijwartir bibe.

Di dawiyê de Hebîb bang bi derewên dewleta Tirk ên li ser herêmên bakurê Sûriyê bawer nekin û got: Ji ber ku şêniyên Idlibê yên gihaştine herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin pêşwazîkirin, bê tawîz tev malbat û pereyên xwe di nav ewlehiyê de ne.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din