Mehmûd Hebîb:Geşedanên li Idlibê operasyonên plankirî ne

Berdevkê Lîwa Şemal El-Demokratîk Mehmûd Hebîb got: "Gefên dewleta Tirk ên têkildarî geşedanên li Idlibê tenê di qada çapemeniyê de dimîne, ji ber bûyerên li ser rûyê erdê diqewimin di hevpeymanên Soçî û Astanayê de hatine diyarkirin."

Ji dawiya meha Çileyê û vir ve an ku piştî hêzên rejîmê bi piştgiriya Rûsya hewldana serwerkirina rêya navdewletî ya Heleb-Şam kir, li parêzgeha Idlibê ve geşedanên siyasî û leşkerî rû didin.

Piştî hêzên rejîmê rêya navdewletî kontrol kirin, guhartin û veguhartinên nû derketin ortê. Hêzên rejîmê 2 caran leşkerên dewleta Tirk hedef girtin û di encamê de 13 leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin.

Li ser vê yekê dewleta Tirk hêzên xwe li Idlibê teqwiye kir, di heman demê de rayedarên Tirkiyê gefa destpêkirina oparasyoneke nû xwarin, da ku artêşa Sûrî vegerîne paş nuqteyên xwe yên çavdêriyê.

Girêdayî pêşketinên li Idlibê rû didin, berdevkê fermî yê Lîwa Şemal El-Dîmokratî Mehmûd Hebîb ji ANHA‘yê re axivî.

OPWRASYONEKE PLANKIRÎ YE!

Mehmûd Hebîb di destpêka axaftina xwe de got: "Di baweriya min de geşedanên li Idlibê rû didin, operasyoneke plankirî ya di navbera Rûsya û Tirkiyê de ye, dûrî qarbalexa şer û propogandeya çapemeniyê û dûrî gefên ji aliyê  Rûsya û Tirkiyê ve têne avêtin, hîn jî em texmîn dikin ku hevkariyeke mezin heye. Eger Tirkiyê hin herêmên diyarkirî bixe bin kontrola xwe û bibe para wê û komên wê yên Ixwan El-Muslimin, wê rewşa Idlibê kembaxtir bibe. Bi gotineke din wê herêm bibe kantoneke biçûk ji axa Sûriyê li hemberî berjewendiyên rejîmê û Rûsya li tevahiya Sûriyê, ji Tirkiyê re were dayîna.

Mehmûd bal kişand ser naveroka hevpeymanên Soçî û Astana û got: "Naveroka hevpeymanên Soçî û Astana ji dezgehên çapemeniyê re nayên eşkere kirin, lewma rûdanên îro diqewimin berdewamiya lihevkirinên di bin maseyê de ne. Bûyên rû didin parvekirina serweriyan e. Di baweriya min de ev aliyê veşartî yên hevpeymana Soçî û Astana ne, ji ber vê yekê di demên nêz de em ê nexşeya nû ya bichkirina van hêzan û serweriya ji xakê re li gorî ku lihevkirin, bibînin."

Têkildarî gefên dewleta Tirk Mehmûd Hebîb anî ziman ku, gefên Tirkiyê bêbandor in û tenê di qada çapemeniyê de dimîne.

TIRK Û RÛS DI HEMÛ ALIYAN DE HEVKAR IN!

Berdevkê Lîwa El-Şemal El-Demokratî Mehmûd Hebîb ev tişt parve kir: "Kiryarên rû didin beşek ji rûdanên ku di çapemeniyê de nehatine diyarkirin e, ez texmîn nakim ku di navbera Rûsya û Tirkiyê de nakokî derbarê parvekirina xaka Sûriyê derbikeve, ji ber di hemû qadan lihevkirin heye.

Diyar e ku aliyê Tirkiyê li Sûriyê tevlihev bûye, li aliyekî din bertekên di hund irê Tirkiyê de hişt ku Rûs û Tirk lîstoka dijbertiya hev bilîzin, ya ku niha em dibînin, hinceteke da ku Tirkiyê li gorî xwesteka Rûsya a vegerandina rejîmê li ser tevahî xaka Sûriyê, ji nuqteyên çavdêriyê yên li ser li hev kirine vekişin. Piştî vê lîstoka daramatîk dê alava leşkerî ya Rûsya li cihê ku Rûsya û Tirkiyê di bin maseyan lihevkirine, bisekine. "

 ‘ŞER ÇARESERIYÊN SIYASÎ DATÎNE MILEKÎ

Derbarê bandorên şerê dawîn Mehmûd Hebîb wiha nirxand: " Dema mijar dibe leşkerî, mirov dizane ku çareseriyên siyasî danîne milekî. Madem gulebaran, moşek û balafir hene wê demê çareseriya siyasî hatiye paşxistin. Heger em xeyal bikin ku krîza leşkerî ya ku Rûsya û Tirkiye li ser esasê lihevkirinên parvekirina serweriyan diafirînin, bidawîbûne, wê demê em dikarin rewşa siyasî ya heyî binirxînin, ku hemû alî li Sûriyê ji bo diyarkirina nexşeya siyasî ya çareseriya Sûriyê vexwendî ne."

Berdevê fermî yê Lîwa El-Şemal El-Demokratî Mehmûd Hebîb pêşbînî kir ku ji bo çarenûsa Sûriyê ya li ser asta nivîsandina destûr û beşdariya hemû pêkhateyan di çareseriyê dawîn de, destwerdaneke navdewletî çêbibe û got: "Texmînên dikin ku ev destwerdan wê dûrî nakokiyên herêmî be û dê navbeykariya NY`yê be û Rûsya û Amerîkayê nexşeya siyasî ya ku pêkhateyên Sûriyê pêk ve bigire nava xwe û lihevkirinek giştî derbarê wê de hebe diyar bikin."

Hehmûd Hebîb axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Madem rewşa leşkereî tevlihev e, texmîn dikin ku çareseriyên siyasî yên têne pêşniyarkirin bê encam in û ne li ser rêça bicîhanînê ye. "

)eh)

ANHA


Mijarên Din