Mehmûd Osman: Kiryarên Erdogan nûnertiya neteweya islamî nakin

Mûdirê Gerînendeya Ewqafê ya herêma Firatê Mehmûd Osman got kiryarên Tirkiyê di hundirê xaka Sûriyê de bi taybet li Efrînê ne li gorî ola islamê û şarîeta wê ye mîna ku Erdogan îdîa dike.

Komên çete yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li herêmên Sûriyê ku dagir kirine bi taybet li Efrînê hovantirîn binpêkirinan der heqê şêniyan de pêk tînin. Şênî rojane rastî revandin, kuştin û talankirinê tên.

Tevî wê jî dagirkeriya Tirk ji zêdetirî mehekê ve dîwarê parçekirinê ku Efrînê ji herêmên Sûriyê qut dike, lêdike. Ev jî piştî ku şêniyên Efrînê yên resen dan koçberkirin û demografiya wê guhertin pêk tê.

Girêdayî mijarê ajansa me hevdîtinek bi mûdirê Gerînendeya Ewqaf a herêma Firatê û meleyê mizgeftên bajarê Kobanê Mehmûd Osman re çêkir. Osman got: "Divê gelên herêmê li rex şêniyên Efrînê yên mezlûm bisekinin. Şênî rojane rastî kuştin, revandin û koçberkirinê ji hêla dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve tên."

Osman wiha domand: "Di dawiya meha Remezanê de em cejnê pêşwazî dikin. Meha Remezanê meha pîroz, hezkirin, aştî û qenciyê ye. Em hêvî dikin ku aştî li tevahiya neteweya islamî belav bibe. lê dewleta Tirk a ku xwe wek nûnerê islam û aştiyê dihesbîne, di rastiyê de ew berovajî wê ye. Ji ber ku ola islamê kuştin, talankirin û revandin mîna ku Tirkiyê li Efrînê dike teşwîq nake."

Tirkiyê dîwarek bi armanca qutkirina Efrînê ji xaka Sûriyê lêdike . li gorî çavdêran ev gav ji bo tevlikirina Efrînê ji Tirkiyê re armanc dike. Tirkiyê bi hinceta parastina ewlehiya xwe dagirkirina xaka Sûriyê rewa dike.

Çavdêrên rewşa Sûriyê dibêjin ku Tirkiyê sînaryoya Qubrisê li xaka Sûriyê dubare dike. Ev tişt bi rêya koçberkirina şêniyên resen û bicihkirina malbatên çeteyên girêdayî wê di herêmên dagirkirî de xuya dibe.

Şêniyên Efrînê rastî revandinê tên, herî dawî zarokê bi navê Mihemed Bin Reşîd Hemîd Xelîl ê ku ji hêla çeteyên Tirkiyê ve tê infazkirin(darvekirin) tevî ku astengdar e. Çeteyan beriya wê bavê wî revandin, kuştin û cenazeyê wî avêtin ser rê.

Di dawiyê de mûdirê Gerînendeya Ewqafê ya herêma Firatê Mehmûd Osman got: " Erdogan û hikumeta wî ola islamê temsîl nakin. Kiryarên dewleta Tirk dûrî ola islamê ne. Dagirkeriya Tirk ne tenê mirovahiyê dikuje lê belê xweza bi şewitandina darên zeytûnê û hilberînên çandiniyê dikuje."

(şx)

ANHA


Mijarên Din