Mehmûd Osman: Tirkiye dijminatiya hemû Kurdan dike

Siyasetmedarê Kurd Mehmûd Osman got Tirkiye dijminatiya Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê dike û di dijminatiya xwe de cudahiyê naxe navbera Kurdan.

EBDILSELAM MIHEMED / KOBANÊ

Siyasetmedarê Kurd Mehmûd Osman derbarê siyaseta Tirkiyê ya li dijî  Kurdan de ji ANHA`yê re axivî û wiha got: "Tirkiye dijminatiya Kurdên li Bakur û Başûr dike û di dijminatiya xwe de cudahiyê naxe navbera Kurdan. Ev dijminatî kevn e û êdî her kes siyaseta Tirkiyê dizane.”

Mehmûd Osmand diyar kir ku gelek îdiayên dewleta Tirk û hikumeta AKP’ê hene qaşo dostaniya Kurdan dikin û wiha pê de çû: “Lê kiryarên Tirkiyê rastiya wan nîşan didin. Di hundirê Tirkiyê de bi milyonan Kurd dijîn û Tirkiye li dijî wan siyaseta qirkirin û binçavkirinan dide meşandin. Heta niha bi hezaran Kurdên ku nêrînên xwe ji bo doza Kurdî nîşandane binçav kirine.”

Mehmûd Osman destnîşan kir ku ne tenê li Tirkiyê, li her deverî gefan li hebûn û îradeya Kurdan dixe û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Efrîn mînaka herî berbiçav a vê yekê ye. Tirkiyê Efrîn dagir kir, kuştin û koçkirin li ser gelê wê pêk anî. Helwesta Tirkiyê ji raferandûma ku li Başûrê Kurdistanê pêk hat jî rastiya dijminatiya Tirkiyê careke din derxist holê. Her kesê ku baş rewşê dişopînin, dê bibîne ku cudahiyeke mezin di navbera daxuyaniyên çapemeniya Tirkiyê û kiryarên ku li ser rûyê erdê pêk tîne, heye.”

(jo/bm)

ANHA


Mijarên Din