Mehêr El-Temran: Em ditirsin ku rola terorîstan di prosesa siyasî de hebe

Nûnerê Partiya Nûjen û Demokratîk di Rêveberiya Xweser de Mehêr El- Temran got: “Em ditirsin ku di prosesa diyarkirina pêşeroja Sûriyê de rol bidin terorîstan.”

Mehêr El-Temran nûnerê Partiya Nûjen û Demokratîk ê di Rêveberiya Xweser de, lihevkirina ji bo herêmên “bêçek”, pêşeroja rewşa Idlibê û çareseriya herî guncaw ji bo aloziya Sûriyê nirxand.

Di destpêka axafitna xwe de El-Temran diyar kir ku bilindbûna asta nakokiyên di navbera Rûsya û Tirkiyê li ser mijara Idlibê diyar dike ku lihevkirin têk çûye. El- Temran wiha got: “Armanca lihevkirinê di bingehê de çareserkirina aloziya Idlibê bi awayekî demkî ye ne ku çareseriyek dayîm e."

El-Temran tekez kir ku hîmên nakokiyan li bajêr hene û ti çareseriyên giştî û nêz tune ne û wiha pê de çû: “Lê eger her du dewlet li ser rewşek nû li hev kirin dibe ku rewş were guhertini Lê di dema niha de ev tişt di masaya her du dewletan de jî tune ye.”

El-Temran destnîşan kir ku dewleta Tirk heya niha şertên lihevkirinê yên girêdayî tunekirina Cebhet El-Nusra pêk neanîne û wiha axivî: “Tirkiye di hewldanên xwe yên ji bo sivikirina bandora El-Nusra û çekdaran têk çû. Ji ber ku ji destpêkê ve piştgiriya El-Nusra ji aliyê madî, leşkerî û lojistîkî de dike. Her du alî di pêkanîna şertên lihevkirinê de bi qasî pêkanîna berjewendiyên xwe ne cidî ne. Tirkiyê di tunekirina El-Nusra de yan jî xilaskirina bajêr ji hîmen tundrewiyê ne cidî ye.”

El-Terman metirsiyên partiya xwe girêdayî hebûna rola terorîstan di prosesa siyasî de ya pêşeroja Sûriyê rave kir. El- Terman got: “Dibe ku li pêşiya avabûna tevna niştîmanî ya Sûrî di navbera pêkhateyên Sûriyê de bibin asteng. Dosyaya herêmên ku Tirkiyê dagir kirine û rola Tirkiyê cihê metirsiyê ye. Her du doz di pêşeroja Sûriyê de  yên herî girîng in."

Her çareseriyek aliyek paşguh bike çaranûsa wê têkçûn e

El-Temran girêdayî çareseriya herî guncew ji alzoiya Sûriyê wiha axivî: “Çareserî bê diyalogek siyasî ne pêkan e . Divê alî yan jî hêzên li ser erdê çalak, neyên dûrxistin. Bi taybet MSD bi tevahiya hêz û pêkhateyên xwe yên siyasî.

El-Temran pesna projeya MSD`ê ji bo çareseriya aloziya Sûriyê û hêzên diyaloga Sûrî-Sûrî kir.

El-Temran teqez kir ku projeya MSD`ê, bi xwe bingeha çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê ye, derî û asoyên nû vedike.

Mehêr El-Temran desnîşan kir ku MSD û beşdarên komxebata diyaloga Sûrî-Sûrî ya sêyemîn bingehên avakirina destûra Sûrî ya nû û pirrengî ku mafên tevahiya pêkhateyan diparêzin, danîn. Çaranûsa her çareseriyekê ji aloziya Sûriyê re aliyekî paşguh bike , têkçûn e."

(şx)

ANHA


Mijarên Din