Mehşûş: Tirkiye dewleteke êrişkar e û ji bo wêrankirina tevahiya herêmê hatiye

Sekreterê giştî yê Partiya Muhafizekarên Demokratîk Ekrem Mehşûş li dijî êrişên dewlet Tirk a dagirker banga berxwedanê li gelên Rojhilata Navîn kir. Ekrem Mehşûş got "Dewleta Tirk dewleteke êrişkar û dagirker e, ji bo wêrankirinê herêmê hatiye."

Dewleta Tirk a dagiker siyaseta xwe li Sûriyê bi taybet û Rojhilata Navîn bi giştî, li ser esasê dagirkirina herêmeke berfireh û zindîkirina Osmaniyan daye avakirin. Dagirkeriya Tirk ji bo ku siyasetên xwe bigihîne serî bi rêya tevgerên xwe yên îstîxbaratî aloziya li herêmê gur bike, siyasetên qirkirina etnîk, guhertina demografiyê, talankirin, wêrankirin û binpêkirinên dermirovî dimeşîne.

Dewleta Tirk herêmên Sûriyê yên Efrîn, Cerablus, Bab, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirine û Idlib ji bo çeteyên xwe wek baregeheke sereke bi kar tîne.

Der barê mijarê de sekreterê giştî yê Partiya Muhafizekarên Demokratîk Ekrem Mehşûş ji ANHA‘yê re axivî.

Ekrem Mehşûş di destpêka axaftina xwe de îşaret pê kir ku dewleta Tirk di nava nakokiyan de ye û got: "Dewletên mezin bi Tirkiyê re li hev kir da ku berjewendiyên wê yên berfirehbûnê û dagirkirina beşên ji Iraqê, beşeke mezinji bakurê Sûriyê, Serêkaniyê û Girê Spî pêk bîne."

Ekrem Mehşûş çûna Tirkiyê ya ber bi Afrîkayê ve û dagirkirina Lîbyayê bi destwerdaneke di kar û barên navdewletî de bi nav kir û wiha domand: "Li Tirkiyê nakokiyên navxweyî hene, ji ber vê yekê hewl dide van nakokiyan derxe welatên derve. Lê yên ku berdêlên nakokiyên wê didin, gel in."

Mehşûş di berdewama axaftina xwe de got tu nakokî di navbera dewletên mezin mîna Amerîka, Rûsya, her wiha NATO û Koalîsyona Navdewletî de der barê hebûna Tirkiyê li van herêman de tune ne û wiha axivî: "Divê gelê li Rojhialta Navîn hevgirtî bin, ji ber ku ji bilî hevgirtina gelan tu çareserî ji bo tunekirina dagirkeriya Tirk û çeteyên wê nîn e. Divê desteka gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin."

Mehşûş destnîşan kir ku gelê Sûriyê li dijî derbasbûna Tirkiyê ya ji xaka Sûriyê re ye û hegemonyaya Tirkiyê red dikin û got ji ber ku dagirkeriya Tirk li ser hesabê gelê herêmê planan çêdike.

Mehşûş wiha domand: "Ji tevahiya cîhanê re îsbat bû ku di encama mudaxeleya Tirkiyê de di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de herêm wêran bûn. Xwepêşendanên li dijî mudaxeleya Tirkiyê li Lîbyayê di van rojên dawîn de li  dar dikevin, mînaka herî mezin e. Fermandarê leşkerî Hefter tekez kir ku ew hebûna Tirkiyê li Lîbyayê red dike. Heta di îmzekirina însiyatîfa aştiyê bi Serac re qebûl nekir ku Tirkiyê di lihevkirinê de hebe. Ji bilî Qeterê Tirkiye bûye dijminê Ereban."

Sekreterê giştî yê Partiya Muhafizekarên Demokratîk Ekrem Mehşûş di dawiyê de bang li gelên Rojhilata Navîn û gelê Sûriyê kir ku li hember êrişkariya Tirk bisekinin û got: "Yê texmîn dike ku Tirkiyê xilasker e, xeyal dike. Berovajî wê dewleta Tirk dewleteke êrişkar û dagirker e. Ji bo wêrankirina tevahiya herêmê hatiye."

ANHA


Mijarên Din