Mela Umer: Gelên herêmê projeyên Tirkiyê napejirînin

Siyasetmedar Necimedîn Mela Umer tekez kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jiyana di bin sîwana dagirkeriya Tirkiyê de napejirînin û dê li hember hewldana Tirkiyê ya dagirkirina herêmê bi navê "herêma ewle" bisekinin.

Dewleta Tirk a dagirker di hewldana dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi hemû bihaneyan berdewam e. Di van deman de careke din mijara "herêma ewle" ya ku Tirkiyê bi rêya wê armanc dike Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike, bûye rojev.

Di xebatên siyasî û civakî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tê dîtin ku Tirkiye hewl dide herêmê dagir bike û modela demokratîk a Bakurê Sûriyê derb bike. Li rexê jî gelên herêmê tekez kir dê li hember planên dagirkirinê li ber xwe bidin.

Sekreterê giştî yê Partiya Komînîst a Kurdistanê Necimedîn Mela Umer li gel ANHA’yê axivî û da zanîn ku dewleta Tirk û hikumeta AKP’ê metoda siyaseta dîrokî ya li dijî mafên gelan, bi taybet gelê Kurd dimeşîne û wiha got: "Zîhniyeta Erdogan bi berdewamî armanc dike fitneyan biafirîne, kuştin û talankirina mafên gelê Kurd li her derê pêk bîne. Niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne."

Umer bal kişand ser ku Erdogan û partiya wî ji destpêka aloziya Sûriyê ve hewl didin fîtne û tevliheviyê li tevahî Sûriyê, bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê biafirînin, di heman demê de, êrîşan li dijî herêmên Başurê Kurdistanê dubare dike.

‘Armanc derbkirina projeya demokratîk e’

Necimedîn Mela Umer îşaret bi planên dagirkeriya Tirk, hikumeta Erdogan û partiya wî  kir û wiha anî ziman: "Armanc jê belavkirina zilm, bindestî, afirandina tevlihevî û derbkirina aramiya herêmê ye. Erdogan mirina xwe di pêşketin, sepandina demokratîk û aştiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dibîne.  Armanca wî ya bingehîn derbkirina projeya demokratîk a azad û afirandina tevliheviyan li herêmê ye."

 ‘Gelên herêmê zilmê qebûl nake û dê li hember dagirkirinê li ber xwe bide’

Umer wiha berdewam kir: "Cîhan tev dizane ku gelê Kurd ne şer û ne jî zilmê li tu kesî/ê dike. Lê belê zilmê li ser xwe jî qebûl nake. Ji lewre gefên Tirkiyê yên der barê dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê rastî berxwedanê werin. Gelê me berxwedêr e û dê li hember hemû cureyên êrîşan bisekine. Jiyana di bin sîwana dagirkeriya Tirkiyê de û dagirkirina xakê nayê perjirandin."

Li dawiyê Umer got: "Gelê me bi yekdestî li hember dagirkeriyê wê bisekine û ji bo aştî, demokrasî û xakê bibe qurban."

(fr)

ANHA


Mijarên Din